Serokê Giştî yê CHP’ê û Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû di 18’ê Adarê de wê biçe serdana HDP’ê.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo hevdîtinê randevû xwest. HDP’ê jî ev daxwaz nirxand û bo 18’ê Adarê roja şemiyê randevû da Kiliçdaroglu.
Hevdîtina di navbera HDP’ê û Kiliçdaroglû de 18’ê Adarê saet di 13.00’an de li Navenda Giştî ya HDP’ê bê kirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver