Doza girtina HDP’ê: Serdozger îro dê daxuyaniya devkî bide

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di çarçoveya doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, îro Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind dê daxuyaniya devkî bide Dadgeha Destûra Bingehîn.

Pêvajoya doza girtina HDP’ê wê bi dayîna daxuyaniya devkî ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn bo Dadgeha Destûra Bingehîn Bilind berdewam bike.

Piştî daxuyaniya Serdozger, berpirsên HDP’ê jî dê parêznameya devkî pêşkeş dadgehê bikin.

Hefteya borî Dadgeha Destûra Bingehîn biryar dabû hesabên HDP’ê heta encama darizandinê diyar bibe bo demekê werin blokekirin.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, roja 17’ê Adara sala 2021’ê doza girtinê li dijî HDP’ê vekiri bû. Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî 21’ê Hezîrana 2022’an bi piraniya dengan îdîanameya girtina HDP’ê pesend kiribû.

HDP bi tawanên wek “Karkirina li dijî Yekitiya Komara Tirkiyê û pêwendiyên rêxistinî ligel PKKê” tê tawanbarkirin. Tê xwestin jî, 451 endamên HDP’ê ji siyasetê werin qedexekirin.

Piştî parastina her du aliyan, raportorê dadgehê dê belgeyan kom bike û biryara xwe ya derbarê esasê dozê de eşkere bike.

Heger 10 ji 15 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn bêjin erê, HDP tê girtin. Ji bilî egera qebûlkirina daxwaza girtina HDPê, yan jî redkirina vê, doz dikare bi qutkirina alîkariya xizîneyê bo HDP’ê jî encam bide. (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Doza girtina HDP’ê: Serdozger îro dê daxuyaniya devkî bide

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *