1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Duh 82 hezar û 180 kes bi Covid-19ê ketine, 174 kes mirine

Duh 82 hezar û 180 kes bi Covid-19ê ketine, 174 kes mirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 424 hezar û 164 kesan hatine kirin û di encamê de testa 82 hezar û 180 kesan pozîtîf derketiye, 174 kes pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.

Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 424 hezar û 164 kesan hatine kirin û di encamê de testa 82 hezar û 180 kesan pozîtîf derketiye, 174 kes pê mirine û 83 hezar û 225 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.

Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 383 hezar û 642 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 52 milyon û 335  hezar û 677 kesan doza 2yem, 24 milyon û 677 hezar 063 doza sêyem, li ser hev 141 milyon û 416 hezar û 957 doz derzî hatine kirin.

Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû

Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.

Jêder : BİA

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Duh 82 hezar û 180 kes bi Covid-19ê ketine, 174 kes mirine
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri