Êdî komirê bi dolar tê difiroşin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

WAN – Fiyetê komirê ku ji ber krîza aborî û kûra dowîzan di du mehan de ji sedî 72 biha bûye. Esnafan anî ziman ku êdî tu fîrmayeke ku komirê tedarik dike TL qebûl nake. Ji ber krîza aborî û pêldariya kûra dowîzan fiyetê komirê tim biha dibe. Ji ber vê welatî nikarin komirê bikirin û komirvan jî hindik mane top bavêjin. Komir di meha Îlonê de ji sedî 33,72 biha bûbû û di meha Cotmehê de jî ji sedî 28,69 biha bûbû. Di du mehan de bi giştî ji sedî 72 biha bû. 

 27 KARGEH MAN 

5sal berê hejmara kargehên Sîteya Êzingvan û Komirvanan a Wanê 61 bû, lê niha 27 esnaf tenê mane. Esnafên mayî jî ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin. 

 TONA KOMIRÊ 3 HEZAR Û 500 TL YE 

Abdûrrahman Tûnç ku 25 sal in komirê difiroşe, anî ziman ku ji ber bihabûna fiyet mirov îsal perîşan bûne. Tûnç, da zanîn ku di biharê de tona komirê bi 6 texsîtan bi hezar û 800 TL’yî firotine, lê niha tona wê bi pêşin bi 3 hezar û 500 TL’yî difiroşin. Tûnç got: “Em komirê ji şirketên li Behra Reş dikirin. Em komirê bi dolar dikirin. Ji ber vê hê me deynê komira biharê nedaye. Gava tu bi dolar bikirî û bi TL bifiroşî tu pir dixisirî. Par min 2 hezar ton komir firot, lê niha zivistan hatiye hê min 150 ton firotiye. Pereyê mirovan tune ye ku komirê bikirin. Ma di vê xizaniyê de mirov 3 hezar û 500 TL’yî ji ku bînin?” 

LI BER TOPAVÊTINÊ NE

 Tûnç, diyar kir ku ji ber bêqîmetbûna pereyê tirkî ji komira ku heya niha firotiye 15 hezar TL xisiriye û got: “Ger wisa bidome em ê nikaribin tu karî jî bikin û em ê dikana xw ebigirin. Heya 6 sal berê jî nêzî hezar kes li vê sîteyê dixebitîn û nan dibirin malê, lê niha kar nemaye. Êdî her kes li ber topavêtinê ye. Mirov êdî ji mecbûrî ne komira îthal, a Şirnexê dikirin.” 

‘ÎSAL DÊ KES NIKARIBE XWE GERM BIKE’

 Esnaf Ahmet Seyhan jî bilêv kir ku 25 sal in karê komirê dike, lê belê tu carî krîzek wekî ya niha nedîtiye. Seyhan, anî ziman ku heya par jî tona komirê bi hezar û 600 lîre difirotin lê niha bûye 3 hezar û 500 TL û bi pereyê tonek komir ê par niha mirov dikarin 250 kîlo komir bikirin. Seyhan, destnîşan kir ku dê vê zivistanê kes nikaribe xwe germ bike û got: “Niha em rabin komirê bikirin kes tu temînatê qebûl nake. Yanî êdî dewra çek û seneda qediya. Ên komirê difiroşin me, êdî TL qebûl nakin. Berê me bi kredî kartê bi fiyetê pêşin bi texsîtan difirot. Lê êdî ew jî nayê qebûlkirin. Du roj in tu fîrmayeke tedarikê TL qebûl nake. Niha komira nebaş û erzan a Şirnexê tê firotin.”  

Rêder: MA

(AA)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Êdî komirê bi dolar tê difiroşin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *