Egîtîm Sen: Astengiyên pêşiya perwerdehiya Kurdî bila ji holê bê rakirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê bang li meclîsê kir ku qanûn û biryarekê ji bo perwerdehîya zimanê Kurdî derbixîne û astengîyên li pêşîya perwerdehîya zimanê zikmakî ji holê rake.

Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Şaxa Egîm Sen a Wanê Lokman Babat li ser navê komîsyonê derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Egîtîm Sen: Astengiyên pêşiya perwerdehiya Kurdî bila ji holê bê rakirin - Lokman Babat

Babat, diyar kir ku divê xebata Hilbijartina dersên Kurmancî û Zazakî, piştî ku pêvajoya serlêdanê ya fermî bi dawî bû, veguhere kampanya ‘Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî’ û bi awayekî demdirêj û bi çalakiyên cur bi cur berdewam bike ta ku encameke berbiçav derkeve holê.

‘Ziman hatiye astengkirin’

Di berdewamiyê de Babat, got ku zimanê Kurdî, wek zimanekî dêrîn ê şaristaniya mezopotamyayê xwedî paşxaneyeke xurt a dîrokî ye û xasyeta sereke ya nasnameya Kurdan e.

Babat bi domdarî wiha dirêjî daye gotinên xwe: “Mixabin îro ji ber şert û mercên siyasî li Tirkiyê bi gelek awayan ev ziman hatiye astengkirin û ji hêla fermî ve jî statuya vî ya hiquqî bi awayekî berbiçav nehatiye diyarkirin. Di encama vê rewşê de zimanê Kurdî nikare erka xwe ya danûstandina civakî pêk bîne. Kurd bi tevahî, bi taybetî jî zarok û nifşên ciwan, di bikaranîna zimanê xwe yê dayîkê de rastî astengiyan tên û ji mafên bingehîn bêpar in.”

‘Perwerdehiya zimanê Kurdî mafekî sereke ye’

Wî gotiye ku perwerdehiya  zimanê Kurdî jî mafeke sereke ye ku zarok jê bêpar in û wiha berdewam kiriye: “Hemû kes, sazî û rêxistinên Kurdan divê perwerdehiya bi zimanê Kurdî wek polîtîkayeke hevpar a netewî bibînin, ji bo însîyatîf û xebatên hevpar rêya danûstandinan vekin û vê mijarê ji bo argûmanên siyasî yên neyînî bi kar neynin, û divê teqez bibin xwedî helwestên erênî û zimanê Kurdî nekin amûreke dijberiya siyasî.”

Egîtîm Sen: Astengiyên pêşiya perwerdehiya Kurdî bila ji holê bê rakirin - Egitim Sen Astengiyen pesiya perwerdehiya zimane zikmaki bila ji hole be rakirin 1
ARŞÎV

Daxuyanî wiha hatiye domandin:

“Ji azmûn û tecribeyên dîrokî jî xuya dibe ku, wek gelek mafên din, mafên zimanî û çandî jî bi rêya xebat, hewldan û tekoşînê bi dest ketiye û ji vir şûn de ev rastî naguhere. Mafê dersên hilbijarî yên Kurmancî û Zazakî yê li dibistanên navîn destketineke hevpar a hemû tekoşerên ziman û çanda Kurdî ye. Li hember astengiyên ku rayedar derdixin xebateke hevpar bê meşandin. Divê hemû sazî û dezgehên ku di qada perwerdehî, çand û hunera Kurdî de xebatan dimeşînin bê dudilî piştgiriyê bidine malbatên ku dersên kurdî dibijêrin û her wisa rêya xebatên nû jî vekin.

Herwisa divê li zanîngehan beşên kurdî bên zêdekirin û derçûyîyên wan beşane ji alîyê Wezareta Perwerdehîyê ve bê tayînkirin û erkdarkirin .

 Em bang  meclîsê dikin ku  qanûn û biryarekê  ji bo perwerdehîya zimanê zikmakî derbixîne û astengîyên li pêşîya perwerdehîya zimanê zikmakî ji holê rake. Divê xebata Hilbijartina dersên Kurmancî û Zazakî, piştî ku pêvajoya serlêdanê ya fermî bi dawî bû, veguhere kampanya Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî û bi awayekî demdirêj û bi çalakiyên cur bi cur berdewam bike ta ku encameke berbiçav derkeve holê.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Egîtîm Sen: Astengiyên pêşiya perwerdehiya Kurdî bila ji holê bê rakirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *