1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Endamên ÎHD’ê li Dêrsimê hatin desteserkirin

Endamên ÎHD’ê li Dêrsimê hatin desteserkirin

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Endamên Şaxa ÎHD’ê yên Dêrsimê xwestin ku derbarê Dayîkên Şemiyê û kesûkarên wendayan de daxuyaniyekê bidin, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (ÎHD) ragihandibû ku dê li Meydana Seyîd Riza derbarê Dayîkên Şemiyê û kesûkarên wendayan de dê daxuyaniyekê bide. Walîtiya Dêrsimê jî nîvê şevê bi biryarekê ragihandibû ku bo dema rojekê hemû çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (ÎHD) bi armanca daxuyaniyê bidin çapemeniyê hatine Meydana Seyîd Riza lê polîsan rê nedan. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirov a Dêrsimê Gurbuz Solmaz û Rêvebera Şaxa ÎHDyê Gonul Sanbahar jî di nav de 6 kes hatin desteserkirin.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê ku bi zorê li otobûsê hatin siwarkirin, bo muayeneyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê re hatin veguhestin.

Hat diyarkirin ku kesên desteserkirî dê piştî muayeneya doktor bibin Midûriyeta Ewlekariyê ya Dêrsîmê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Endamên ÎHD’ê li Dêrsimê hatin desteserkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *