1. Haberler
  2. Taybet
  3. Endamên ‘Lijneya Çavdêriya Pêvajoya Aştiyê’ ya Wanê hatin girtin

Endamên ‘Lijneya Çavdêriya Pêvajoya Aştiyê’ ya Wanê hatin girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Derket holê ku 9 kesên ku şevêdin bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin, endamên “Komîsyona Çavdêriya Meşa Çareseriya Demokratîk” bûn. Ev komîsyon di sala 2013’an de bi armanca şopandina paşvekişandina hêzên PKK’ê ya di ‘Pêvajoya Çareseriyê’ de hatibû avakirin in.

Berdevkê Demî yê KESK’ê yê berê Yilmaz Berkî, Serokê Şaxa Mazlum Der’ê yê berê Yakup Aslan, Serokê Şaxa ÎHD’ê yê berê Omer Işik, Hevserokê HDP’ê yê Wanê yê berê Harun Okay, rêveberên BDP’ê yên berê Atilla Kumlu û Behîce Abî, rêveberê Odeya Ajokarên Wanê yê wê demê Abdulkerim Bayit, rêveberê GOÇ DER’a Wanê Evin Keskin û Serokê Şaxa Genel İş a DÎSK’ê Salip İpek wê çaxê di komisyona bo şopandinê paşvekişandina hêzên PKK’ê  hatibû avakirin de cih girtibûn.

Wêneyên wê demê piştî 9 salan wekî delîlê sûç hate hesibandin

Wêneya ku bo girtina van kesan wekî delîl hatiye hesibandin 28’ê Gulana 2013’an de, di dema hevdîtinên “Komîsyona Çavdêriya Meşa Çareseriya Demokratîk” de hatibû kişandin.

Li gor agahiyên ji parêzeran hatine wergirtin, di dema darizandinê de ji van kesan hatiye pirsîn “We ev wêne bo çi kişandin? Têkiliya we bi endamên rêxistinê de çi bû? Hûn bi ser telîmata kî çûn wê derê?”

Hat ragihandin ku van kesan jî bersivên wiha dane van pirsan: “Me bi ser gotina destlatê ev heyet ava kir. Bo ku di navbera leşker û PKK’ê de pevçûn dernekeve me ev heyet ava kir. Wê demê leşkeran jî piştgirî dida me. Ev xebat sûç nîne”

Ev wêne wê demê ji aliyê hejmarek zêde saziyên çapemeniyê ve hatibû bikaranîn û gelek rojnamevan jî di wêneyê de tên dîtin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Endamên ‘Lijneya Çavdêriya Pêvajoya Aştiyê’ ya Wanê hatin girtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *