Di nava 20 salên dawî de hejmara jinên ku endezayarî xwendine bi avayekî rêkupêk zêde bûye. Lê berevajî vê yekê hejmara jinên di sektorên endezyariyê de dixebitin jî hêj gelek kêm e. Endezyarên jin diyar dikin ku ew herî zêde bi cudakariya zayendî re rû bi rû dimînin
Hejmara endamen Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) ku 24 ode lê girêdayînê, di sala 2021’an de bûye 618 hezar 796. Hejmara endezyar û avahîsazên jin yên endamê yekitiyê jî, 147 hezar û 433 ye. Tevî yên ne endamên yekitiyê li Tirkiyê nêzî 200 hezar endezyar û avahîsazên jin hene. Li gor daneyên TMMOB’ê herî zêde di sektorên înşaat û ziraetê de endezyarên jin dixebitin.
Tevî vê rewşê li Wanê jî endezyarên jin ku dibêjin di nava sektorê de rastî cudakariyê tên, zor û zehmetiyên xwe yên di dema xabatê de rû bi rû dimîn, bi Serhet Newsê re parve kirin.
‘Em rehetî nikarin kar peyda bikin’
Avahîsaz Nîsa Gulbay, ku ev 10 sale vî pîşeyî birêve dibe, dibeje piştî dibistan qetandiye 6-7 nehan betal maye. Gulbay destnîşan dike ku li vê derê ew bi rehetî nikarin xwe bigihînin her tiştî û bi derfetên xwe hewl didin kar bikin.
Gulbay, balkişand ku sektor di destê zilaman de ye û wiha axivî: “Dema em dixebitin, an jî dema hesab dikin, bi avayekî pêşdarazî nêz dibin û dibêjin gelo ‘ewan rast çêkiriye an na’ Baweriya wan naye. Lê di warê avahîsaziyê de jin pirtir tên tercîhkirin. Em bi rehetî nikarin biçin li şantiyeyan bixebitin. Eger ew derfet çêbibe, ez diwê baweriyê de me ku emê zêdetir pêş bikevin. Mutehît piranî destûrnameyan kirê dikin. Mutehît naxwazin endezyarên jin biçin qada înşaatê.”
‘Polîtîkayên çewisandinê tên meşandin’
Yek ji endezyarên Înşaatê Eylul Taşhan jî niha li firmayeke dermanan de dixebite. Ew dibêje ku hêj dema destpêka dibistanê de bi pirsgirêkan re rû bi rû maye û wiha domand: “Ji me re dibêjin ev kar ne karekî li gor jinan e. Di van salên dawi de ev hişmendî biçek be ji paşve çûye lê dîsa jî di nava civakê de bo ku jin ji vê pişeyê sar bibin, polîtîkayên çewisandinê tên meşandin. Di vê sektorê de bi reheti em nikarin kar peyda bikin. Em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Herî zêde jî em bi cudakariya zayendî rû bi rû dimînin.
‘Hilberînêr me wekî muxatab nabînin’
Viyan Acar Uçer ku 7 sale bi avayekî çalak di sektora çandiniyê de wekî endezyara zîraetê dixebite, diyar dike ku dema ew li qadê dixebite, bi hilberîneran re pirsgirêkan dijî û wiha got: “Dema ez bi wesayîtê diçim cihekê ji tevî ajokariya min heye, disa zilamekî didin cem min. Ev jî her tim dibe sedema pirsgirêkan. Ez gelek caran şev û roj dixebitim. Ev jî di nava malbat û civakê de dibe çavkaniya hin pirsgirêkan. Di vê rewşê de pereyê ku digihije destê min jî gelek kêm e. Hin caran jî bona em jin in, hilberînêr me wekî muxatab nabîn û ji ber hişmendîya baviksalariyê baweriya wan bi me nayê. ”
Herwiha Acar, anî ziman ku gelek caran li qadê rastî destdirêjiyên fîzîkî û devkî yên endezyarên zilam jî tên û di vê mijarê de ev tişt parve kirin: “Dema ku ez bo alîkariyê diçim cem endezyarekî zilam yê ji min zetetir zana û bi tecrube, ew raste rast dest bi destdirêjiya devkî dike.
‘Jinan weki rikber dibînin’
Endezyara Otomotivê Beste Bayram Kotay jî piştî dibistan qedandiye heyamekî di fîrmayek otomotivê de xebitiye. Ew dibêje: “Di sektorekî ku wekî aydê zilaman tê dîtin de, wekî jin xebat hêsan nîne. Di navengekî ku reqabet pir zêde ye, de wekî jinek endezyar zehmetiyên me pir in. Wekî mînak, ger bixwazin (zilam) payeya xwe bilind bikin, pêşiyê jinan ji pêşiya xwe radikin. Di dema kar de jî bi teqez jinan weki rikber dibînin. Li welatê mi jî dema krîzên aborî de, ku firma tengav dibin, pêşiyê jin ji kar tên derxistin. Li gel vê rewşê û hemû astengiyan dîsa jî jin hewl didin, hebûna xwe di wekî endezyar biparêzin û wê biparêzin jî”
Serhat News
(lg)