1. Haberler
  2. Taybet
  3. Esnafên li Wanê berfa ber deriyê dikanan bi xwe paqijkirin

Esnafên li Wanê berfa ber deriyê dikanan bi xwe paqijkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê şevêdin berfê destpê kir û îro heta serê sibê jî bê navber berdewam kir. Li navenda bajêr stûrahiya berfê gihişt 30 santimetreyan. Dikandaran jî berfa ku ketiye li ber deriyê dikanan bi xwe paqij kirin.

Li Wanê ku ji şevêtin heta serê sibeyê bê navber berf barî, welatiyan di jiyana xwe ya rojane de hin zehmetî kişandin. Hemû rê û kolanên bajêr tuje berf bû û dikandaran jî boneya ku Şeredariya Wanê hin rê ne vekerine û berfa nava bajêr paqij nekiriye, bi xwe berf paqij kirin. Dikandar serê sibê dest avêtin mer û bêran, berfa li ber dikanên xwe paqij kirin.

Esnafên li Wanê berfa ber deriyê dikanan bi xwe paqijkirin - esnaf foto 2 1024x576 1

Esnafê bi navê Yemen Çevirel got ku barîna berfê başe, lê şarediriyê tu xebat nekirine û gazincên xwe wiha anî ziman: “Şaredariyê di vî warî de tiştek nekiriye. Me bi zehmetî karî ji ber berfê dikanên xwe vekirin. Hin dikandaran bi derfetên xwe pêşiya dikanên xwe paqij kirine. Esnaf şerpeze bûne. Ew nikarin têkevin dikanan, gelo bikir wê çewa bên? Şaredarî gelek qelse û di warê xebatê de xemsar e.”

Esnafên li Wanê berfa ber deriyê dikanan bi xwe paqijkirin - esnaf yemen

 Welatiyê bi navê Vehbî Sumen ku li nava bajêr karê barkêşiyê dike, destnîşan kir ku ew li taxa Terzioglu ya Rêya Armûşê rûdine û ji ber ku rê nehatine vekirin, vê sibê ew bi peyatî hatiye sûkê. Sumen, got ku piştî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re qeyûm hatiye dîyarkirin, şaredariyê tu kar û xebat bo bajêr nekiriye.

Esnafên li Wanê berfa ber deriyê dikanan bi xwe paqijkirin - Vahbi sumen
Esnafên li Wanê berfa ber deriyê dikanan bi xwe paqijkirin - esnaf foto 3 1024x576 1

Serhat News

(lg)

Video-Montaj: Dildar Guler

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Esnafên li Wanê berfa ber deriyê dikanan bi xwe paqijkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri