Esnafên Qersê ku nikarin debara xwe pêk bînin ji hilbijartina bi hêvîne!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Qersê dikandar, tevî rewşa xerab ya aboriyê ji hilbijartinên ku îsal tê payîn bên lidarxistin bi hêvîne.

Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe kûr dibe. Welatî di nava şert û mercên zor û zehmet de hewl didin debara xwe pêk bînin. Li bajarê Qersê jî ev rewş derbasdêrê. Qers di aliyê aboriyê de yek ji bajarên Tirkiyeyê yê herî xîzan e. Di vê rewşê de çend meh şûn ve li bendê ye ku sindoqa hilbijartinê jî were pêşberî welatiyan. Wekî Serhat Newsê me mîkrofona xwe dirêjî esnafên Qersê kir.

Xwediyê xwaringehê Burhan Gormuş ev nêzî 6 meh e vî karî dike. Dibêje ku her çiqak kargeha wî nûbe jî, ew vî karî baş dizane û wiha didomîne: “6 meh beriya niha kîloya goştê kişandî (qiyme) 90 TL bû, niha bûye 180 TL. Tenê ne goşt, ji hêşînayiyê bigire heta melzemeyên din tev hemû tişt buha bûye. Bi neçarî ev li ser bûhayên xwarinan jî bandor dike ku zêde bibe. Ji ber vê jî karê ne nîvî nîvî ketiye.”

Esnafên Qersê ku nikarin debara xwe pêk bînin ji hilbijartina bi hêvîne! - karsta esnaf umudunu secimlere bagladi 2 1024x576 2

‘Lêçoyîn pir zêde bûne’

Gormuş her wiha behsa masrafên/lêçoyînên xwe jî dike û wiha dibêje, “Ez hezar 500 TL kirê didim, dikana xwe. Par, hezar 500 TL digihişte destê min û min bi wê rehetî debara xwe pêk dianî. Lê îsal 6 hezar TL jî têra min nake. Du zarokên min hene. Masrafên wan jî pir in. Helbet alîkariya civakî distînim, lê têrê nake. Ev 5 sale em dinava aloziyê de ne. Karekerek divê rojê 300 TL bistîne ku bikare debara mala xwe pêk bîne. Lê em dikarin encax 200 TL bidin wan e. Hêviya me bi hilbijartinan ew e ku nirxê pere jî zêde bibes.  

‘Em 10 sal paşve çûn’

Bariş Akmak ev 15 sale manaviyê dike. Ew dibêje ku di nava 2 salên dawî de ew 10 salan paşve çûne û wiha axivî: “Du sal beriya niha kîloyek sêv 2 TL bû, niha bûye 15 TL. Ji sedî hezar û 500 her tişt buha bûye. Ev tesîrê hem li ser firoşkar hem jî li ser bikiran dike. Du sal beriya niha mehê masrafên me hezar TL bû, niha bûye 10 hezar TL. Rêya bacê jî gelek hatiye zêdekirin. Dahata me têra lêçoyînên me nake. Ev jî tesîrek pir xerab bi me dike.”

Herî dawî Akman, destnîşan kir ku ji hilbijartinan bi hêvîne û wiha diyar kir: “Divê ji dikandaran re piştgirî were dayîn. Her wiha ger krediyên bê îpotek bidin dikandaran wê baş be. Esnaf dikarin encax wisa li ser piyan bimînin. Beriya hilbijartinê divê ev gav bên avêtin. Hêviya mi ji hilbijartinan heye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Esnafên Qersê ku nikarin debara xwe pêk bînin ji hilbijartina bi hêvîne!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *