1. Haberler
  2. Taybet
  3. Ev 50 sale ji giyayan dermanan çêdike

Ev 50 sale ji giyayan dermanan çêdike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hekîm Bayram Guvener ê ku ev 50 sale ji giyayên çiyê dermanan çêdike, pîşeya bavû kalên xwe berdema dike. Guvener got ku, hemû kes dikare bo nexweşiyên xwe bi dilek rehet were cem wî.

Bi sedan sale ku hekîmên Kurd, li çiyayan bo dermançêkirinê giya kom dikin û bi van dermanan jî gelek nexweşiyan derman dikin.

Li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Hekîm Bayram Guvener ê 70 salî ku ev pişe ji bavê xwe hîn bûye ev 50 sale dermanan çêdike. Guvener, di mala xwe de ji 571 cure giyayan dermanan çêdike û van dermanan dişîne gelek deverên cihe yên Tirikiye û heremê.

Di berdewamiyê de Guvener dibêje ew van dermanên ku ji giyayan çêdike piştî pejirandin û şewra bijîşkan dide welatiyan. Wî di vê derbarê de bang li hemû kesî kir ku bi dilek rehet bo dermankirina nexweşiyên xwe bêne cem wî.

Ev 50 sale ji giyayan dermanan çêdike - Bayram Guvener
Bayram Guvener

 ‘Hemû giya yên çîyayên Kurdan e’

Guvener dibêje ku ew 70 saliyê lê heta bibe 80 salî jî ew ê vî karî bike û wiha pêde çû: “Piştî 80 saliyê ez ê radestî kurê xwe bikim. Bavê min jî eynî wisa ew kar dabû min. Ew karê bav û kalân derbasbûye me. Nexweş ji dermanên me feydeyên baş dibînin.. Me çi kes ne xapandî ye û em naxapînin. Hekimî ya min li ser gîya ne. Eve 50 sale her havînê ez di derkevim e li ser çîya 3 mehan li wir dimînim, daku van giyayan berhev bikim. Hemû giyayên çîyayê Kurdan e. Ez bi xwe çêdikim, ambalaj dikim û didim nexweşan.”

Ev 50 sale ji giyayan dermanan çêdike - Ev 50 sale ji giyayan dermanan ce dike 4

Li her çiyayan giyayên bi şîfa hene

Guvener, diyar kir ku çiyayên Kurdan tevahî tuje giyayên bi şîfane û wiha got: “Em giyayên xwe ji çiyayê Feraşîn, Cîlo, Gever, Cudî, Suphan, Tendûrek û hemû çîyayên Kurdan kom dikin. Her çîçekekî ez ji çîyayekî tînim. Dermanê min hemû zanîna me ye. Zanîna bavê min e. Ew pîşe ye ya bavê min e.”

Ev 50 sale ji giyayan dermanan çêdike - Ev 50 sale ji giyayan dermanan ce dike 3

Derman piştî pejirandin û şewra bijîşkan têne bikaranîn

Guvener dibêje di demên berê de li gundan nexweşxane, an jî  bijîşk tune bûn wê çaxê mirov bi van giyayan dihatin dermankirin. Wî wiha got, “Ji ber wê bavê min 50 salan bi gîyayan hekîmî kir. Bavê min zêde nayê bîra min, lê wî beytariya pezan ji dikir. Nexweşîya guatr, sedef û mîgrenê em teqez derman dikin. Hemû dermanên nexweşîya em, piştî pejirandin û şewra bijîşkan bikartînin.”

Herî dawîyê Guvener, behsa hin giyayan kir ku ev agahî dan: “Giyayê Mijmijê kêrî dermankirina kuxi û  îltihabê tê. Giyayê herdem tazeyê jî  ji bo kevirên li ser gurçikan û Prostatê başe. Pela Çinarê bo kirêçgiritan hestî û gehan her wiha bo romatîzmayê baş tê. Giyayê Meryem Xortê bo parastina dil tê bikaranîn.  Bîberyon ji bo îshal û îltihaba rûviyan, giyayê . Gezgezînkê jî bo nexweşîya penceşêr û çend nexweşiyên din bikaranîn. Bowîjan ji bo regl û îltihab. Tirşok ji bo nexweşîya Guatrê baş e.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ev 50 sale ji giyayan dermanan çêdike
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri