Fêqiya germ a zivistana sar: Şambelot

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di van rojên sar yên zivistanê de firoşkarê şambelotan (kestane) li ser cadeyên Wanê yên qelebalix cihê xwe wergirtine. Zivistana Wanê çiqas sar û dirêj be jî, mixabin heyama firoşkarîya şambelotan jî ew qas kurt e.

Her çiqas li gor salên borî hejmara firoşkarên şambelotan kêm bûbe jî di rojên zivistanê de, ev fêqiya ku di nava sobeyên biçûk de tê pahtin, hêj jî rastî eleweyê tê.

Şambelot, demên berê ku hêj piranî mal bi sobeyan dihatin germkirin, kêyfeşiyek zivistanê bû. Di şevên dûr û dirêj ên zivistanê de malbat li dora sobeyê diheviyan û tevî pahtina şambelotan sohbet dikirin.

‘Ev 8 sale vî karî dike’

Li gel hatina zivistanê karê firotina şambelotan jî destpê kiriye. Li Wanê jî Mehmet Gul ê 30 salî her roj piştî saet 5’ê êvarî li ser Cadeya Cumhuriyetê dezgehê xwe vedike. Gul, bi heman demê di sektorekî taybet de dixebite û bo ku nikare debara xwe pêk bîne, ji neçarî dest bi vî karî kiriye. Ew, ev 8 sale şambelotan difiroşe û di heyamên din de jî karê barkêşiyê dike.

Fêqiya germ a zivistana sar: Şambelot - Feqiya germ a zivistana sar Sambelot 3

Gul ê ku di du zarokên wî hene, piranî êvaran dezgehê xwe yê şambelotan vedike. Ew, derbarê zor û zehmetîyên karê xwe de wiha axivî: “Gel, di malên xwe de ji bo şahiyê şambelotan li ser sobayan diqelîne. Lê ez ji bo debara xwe vî karî dikim. Ev 8 zivistan in, ez liv ir im.”

‘Şambelot îsal pir buha bûne’

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê wekî hemû tiştî tesîr li ser şambelotan jî kiriye. Gul, dibêje ku li gor salên borî dahata wî ya karê şembelotê jî pir kêm bûye û wiha domand: “Şambelot îsal pir buha bûye. Par kîloya wê 50 TL bû. Îsal bûye 100 TL. Min par 100 gram şambelot dida 15 TL yan. Îsal ez didim 25 TL yan. Debar gelek zehmete. Dema ew kare jî nebe ez barkêşiyê dikim. Mirov (êdî) bi tenê karekî nikare debara xwe pêk bîne.”

Fêqiya germ a zivistana sar: Şambelot - Feqiya germ a zivistana sar Sambelot 1 1
Mehmet Gul

Gul bi berdewamî behsa mesrafên xwe kir û wiha axivî: “Ez kîloya wê bi 100 TL yan bikirim, gelo ez dê bidim çendê? Par, komîr me 10 TL yan dikirî, îsal bûye 20 TL. Torbeyê kaxizê kîsê (Kese) 10 TL yan bû îsal bûye 30. Dema ku hemû mesref jê derketin şevê 100 TL bo min dimîne. Ev jî pareyê koliyek hêkan e. Roja min hemû kolîyeke hêkane.”

‘Heyama wê pir kurt e’

Gul dibêje heyama wî karî jî kurt e û wiha pêde çû: “Sersalê min dezgaha xwe danî lê 20 rojên dine êdî nayê firotin. Heyama wî karî gelek kurt e. Ez mecbûr im ku kareke dinê bikim. Debar ew qas zor bûye mirov nikare xwarineke bi dilê xwe bixwe. Nikare zarokê xwe derderxine sûk ê. Em kincekî bikirin 2-3 hezar TL pereyê me diçe.”

Fêqiya germ a zivistana sar: Şambelot - Feqiya germ a zivistana sar Sambelot 2

Di dawiyê de Gul axavtina xwe wiha qedand: “Mirov ji bo şahiyê şfmbelotan dikirin û di malen xwe de li ser sobeyan diqelînin. Lê em îzaya(zehmetiya) wê dikişînin. Ez jî dixwazim ku şambelota bikirim, biçim li malê û tevî zarokên xwe li ber sobê biqelînim. Lê ez nikarim! Neçarim! Divê ez ji zarokên xwe re xwarin bibim malê.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Fêqiya germ a zivistana sar: Şambelot

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *