Hewzeya Gola Wanê ya ku gelek cureyên çûkan lê jiyan dikin, her sal malovaniya hejmarek zêde Flamingoyan jî dike. Îsal koma yekem a flamîngoyên ku ji Gola Urmiyê hatine herêmê, di Nîsanê de cihê xwe li qeraxa gola Arçakê girtin e. Tevî hatina flamîngoyan, mijara mereqê ye ku ka kêmbûna ava gola hewzaya Wanê tesîrek çewa dê li ser jiyana van cure çûkan bike?
Di serî de Gola Arçakê ku li Tirkiyeyê malovaniya gelek cure çûkan dike, her wiha qadên avî yên din ku di nava hewzeya Gola Wanê de cih digire, bi hatina flamîngoyan reng bi reng bû. Mixabin, îsal wekî gelek deveran, li herêmê jî hişkesalî bibandor e û di serî de tesîrek neyînî li ser hewzaya Gola Wanê jî dike.
Gola Akgol ya li navçeya Qelqeliyê û ya Gola Xwê ya navçeya Serayê ku hejmarek zêde flanmîngo her sal lê dimînin, ji ber hişkesaliyê flamîngo diçin deverên avî yên din.
Ev flamîngoyên ku her tim li dewera qamişgehên Arçakê, dewerên avî yên navçeya Ercîş û derdora golê dihatin dîtin, lê îsal zêdetir xwe didin hundirê golê û dewerên avî yên din. Flamîngo piranî bo xwarinê hewzeya Gola Wanê tercîh dikin. Lê biboneya, ev çûk nikarin li vê derê têrê zikê xwe têr bikin, hêza wan namîne daku koç bikin û her demsal ji neçarî li herêmê dimînin.
Li hewzeya Gola Wanê 250 cure çûk jiyan dikin
Hîndekarê Beşa Biyolojiyê yê Zanîngeha Yuzunci Yila Wanê (YYU) Atilla Durmuş, diyar dike ku hemû flamîngo û cureyên çûkan di ekosîstemê de xwedî berpirsyariyên cuda ne û hemû jî ji bo ekosîstemê girîng in. Taybetmendiya herî mezin ya ku flamîngoyan ji cureyên çûkan cuda dike, ew e ku ew ji çûkên din bi heybettir e û gelekî hej nimayêşê (Gosteriş) dikin. Durmuş her wiha dide zanîn ku zêdeyî 250 cure çûk li Hewzeya Gola Wanê dimînin.
Her ku qada peravê vedibe, flamîngo dûr dikevin
Durmuş derbirî ku kêmbûna çavkaniyên avê û zuwabûna dewerên avî, rewşeke neyînî ye û ne mimkûn e ku mirov vê rewşê bi giştî li gorî çûkan binirxîne.
Ew dibêje ku di wan salên dawî de, raste zuwabûn û kêm bûna avê heye û diyar dibe ku ev rewş dê berdewam be. Durmuş di vê derbarê de ev tişt lê zêde kir: “Lê belê, heke hûn bipirsin ‘Gelo ev yek çewa bandor li ser çûkan dike?’ Lazime ku mirov vê yekê ne tenê li gor cureyên cûkan binirxîne. Ji ber ku hindek cure çûkên beravîne û li wan deran zikê xwe têr dikin. Hindek jî dewerên qamîşgeh û avî ji bo zêdebûnê bikar tînin. Vekişana avê ji bo çûkên beravî, qada xwerinê
çêdike û lê li aliyê din di be sedem ku hêlîna çûkên din ên dina va qamîşgehan de jî derkevin holê. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje ku di demeke kurt de av kişandine û vê rewşê zirar daye çûkan.”
Durmuş got ku ji bo ku rewşa çûkên li herêmê baş bê nirxandin, pêdivî bi çavdêriyan heye û wiha berdewam kir: “Tenê hewce ye ku em van encaman bi hejmarên nifûsê û rêjeyên xwarinê, di demek dirêj de bidin ber hev û şîroveyek wiha bikin. Flamîngo jî bi parzûnkirinê xwarinê dixwin. Her ku qada peravê vedibe, flamîngo dûr dikevin û bi belavbûnê re xwarin winda dibe. Tevî metirsiya kêmbûna xwarinê jî, heywan hewl dide cihên alternatîf peyda bike.”
‘Yên qel nikarin koç bikin’
Şerîf Olca yê ku bi salan e li taxa Karagûndûzê jiyan dike û ji zarokatiya xwe ve bi flamîngoyan re têkildar e, derbarê flamîngoyan de wiha dibêje: “Bi salan e em li vir dijîn. Em cotkariyê dikin. Em bi çandiniyê re mijûl dibin. Flamîngo di dawiya meha pêncan de dest bi hatinê dikin. Di payîzê de, di dawiya meha dozdehan de, ew koçî Afrîkayê, li Deryaya Xezerê dikin. Li wir rûdinên ser kurkê (kuluçka) û piştî ku çivîkên wan ji hêkê dertên, cardin vedigerin vê derê. Carinan yên qels nikarin tevlî koçberiyê bibin û li vir dimînin. Îsal 6 heb mane. Ez difikirim ku du ji wan mirine, çar ji wan niha radiwestin. Par 12 hebûn û li vir têne xwarinê, nêzî pênc şeş mehan li vir dimînin.”
Serhat News
.