Gelê Agiriyê ber bi qada Newrozê ve diherike

featured
Newroza Agiriyê/MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bi hezaran welatî li Agiriyê bi coşa Newrozê diherike qadê.

Gelê Agiriyê ber bi qada Newrozê ve diherike - Gele Agiriye ber bi qada Newroze ve diherike 3

Bi hezaran şêniyên Agiriyê ji bo vêxistina agirê Newrozê diherike Parka Newrozê. Ji saetên serê sibehê ve ji navend, gund û navçeyan bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada pîrobahiyê. Qada Newrozê bi flamayên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Piştî lêgerîna li qadê, destûr hate dayîn ku xelk bikeve qadê. Gelemperiya girseyê ji ciwan û jinên cil û bergên netewî li xwe kirin pêk tê.

Gelê Agiriyê ber bi qada Newrozê ve diherike - Gele Agiriye ber bi qada Newroze ve diherike 4

Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr dê di bernameyê de biaxivin. Piştre jî dê Dengê Meyman derkeve ser dikê û stranên xwe pêşkeş bike. (MA)

Gelê Agiriyê ber bi qada Newrozê ve diherike - Gele Agiriye ber bi qada Newroze ve diherike 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelê Agiriyê ber bi qada Newrozê ve diherike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *