Mitînga fînalê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê bi coşek mezin destpê kir.
Partiya Çepên Kesk mitînga fînalê ya Wanê li Qada Beşyolê lidar dixe. Bi deh hezaran welatiyan bi coşek mezin qad tuje kirine.
Qada mitîngê bi flama û alên Partiya Çepên Kesk hatiye xemilandin. Pankartên “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî”, “Em perwerdeya bi Kurdî dixwazin” û “Kurdî nasnameya me ya neweteyî ye” hatin daliqadin.
Jinên Wanî bi kincên xwe yên gelerî tevli mitîngê bûne.
Li bendê ye ku Hevseroka Partiya Demokratik a Gelan (HDP) û namzeta parlamanteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Buldan, tevî hemû namzetên partiyê tevli mitîngê bibe.
Serhat News