Gelo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Wanê rêya sêyemîn pêkan e?

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Namzetê CHP’ê yê Wanê Seracettîn Bedirhanoglu ku di rêza 1’an de cih digire desnîşan kir ku ev 25 sale li Wanê siyaset di navbera du aliyan de asê maye. Bedirhanoglu, bilêv kir ku wan li Wanê rêyeke sêyemîn ava kiriye û got, “Ji bo Wanê pir rengî û pirdengî divê.”

Tevî ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek pir kin maye, namzetên partiyên siyasî bê navber xebatên xwe yên bo hilbijartinê berdewam dikin.

Li Wanê coşa hilbijartinê ji taxan bigire heta kolanan, ji bazarê heta çayxaneyan tê hîskirin. Di hilbijartinan de ji Wanê dê 8 parlamenter biçin meclîsê. Partiyên siyasî jî li gund, tax û navçeyan xebatên xwe bê navber berdewam dikin.

Partiya Komarî ya Gel (CHP), herî dawî di sala 2002’an de ji Wanê parlamanterek derxistibû. CHP, di vê hilbijartinê de pir jixwe bawer e ku parlamenterekî derxe.

‘Pêdiviya me bi piştgiriya hilbijêrên Wanî heye’

Namzetê parlamenteriyê yê rêza 1’an ê CHP’ê Seracettîn Bedirhanoglu, diyar kir ku pêdivaya wan bi piştgiriya hilbijarên Wanî heye û destnîşan kir ku ew ê hilbijartinê bi awakî serkeftî derbas bikin.

Gelo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Wanê rêya sêyemîn pêkan e? - chp adayi secarettin bedirhanoglu 2 1024x540 1

Bedîrhangolu ku balkişand ser rêya sêyemîn got, rêya sêyemîn li ser esasê xizmet û çareseriyê hatiye avakirin û diyar kir ku ew pirsgirêkên li bajêr têne jiyandin, baş dizanin. Wî her wiha got ku beriya hemû tiştî ew ê li bajêr hiqûqê ava bikin.

Namzetê CHP’ê Bedirhangolu, ku nirxandinên xwe domand, da zanîn ku ew li hemberî tu kesî cudakariyê nakin û wiha axivî: “Jixwe em bi peyemeke ku cudahiyan di hembêza xwe de dihewîne, tên. Me li gel Partiya DEVA, Partiya Gelecek, Partiya Saadet, Partiya Demokrat û Partiya ÎYÎ tifaqek ava kiriye. Qey em hemû wekî hev difikirin na! Lê em ê cudahiyên xwe li aliyekê bihêlin. Em dê tevî cudahiyên xwe yekitiyekê ava bikin.”

Bedîrhanoglu, di berdewamiya axaftina xwe de ev peyam da: “Ji pişesazî, bazirganî, saziyên civaka sivîl, komeleyên jinan û di hemû xizmetên civakî de, gelo em ê cewa cih bigirin? Helwesta me ev yeke. Em di navbera tu kesî de cudakariyê nakin. Di plansaziya 100 rojên piştî hilbijartinê ya Tifaqa Millet de jî ev mijar xal bi xal hatine diyarkirin.”

Derbarê pirsgirêkên aborî yên li Wanê de jî Bedirhanoglu, hin nirxandin parve kirin. Wî amaje kir ku li Wanê heta niha xizmet nehatine kirin û wiha pêde çû: “Ev bêjer li nava Mezopotamyayê de cih digire. Diviya bu ku niha di nava bajêrên dewlemend de cih bigirta. Bi Îranê re nêzî 287 kilometre sînorê wê heye. Em ê deriyên sînor yên Çillî, Gelincik û Kapikoyê bo 24 saetan vekirî bihêlin. Lê bo van xizmetan, jî divê wekî CHP’ê em bi hêzek xurt werin (Ser kar).”

Gelo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Wanê rêya sêyemîn pêkan e? - chp adayi secarettin bedirhanoglu 3 1024x540 1

‘Em ê li hemberî, qirêjî, bêdadî û bêhiquqiyê têbikoşin’

Bedirhanoglu her wiha derheqê nûnertiya Wanê de jî got, “Ev 40 sale em li vî welatî nehatine ser îktîdarê. Pêvîdiya vî welatî ji demokrasiyeke civakî ya nû û hevpeyaneke civakî ya nû heye. Em dê vê hevpeymana civakî bi hevre çêbikin.”

Di dawîyê de Bedîrhanoglu derbirî ku ew dê berevajî îktîdarê, bi edelet hiqûq û laqîkbûnê re girêdayî bimînin û wiha axivî: “Îktîdar cudakariyê dike. Em di navbera tu kesî de cudakariyê nakin. Tevî cudahiyên xwe em ê di nava yekitiyê de jiyan bikin. Em ê li hemberî, qirêjî, bêdadî û bêhiquqiyê têbikoşin. Em soza vê didin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Wanê rêya sêyemîn pêkan e?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *