1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Gergerlîoglu: Di nava salekî de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest daye

Gergerlîoglu: Di nava salekî de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest daye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ragihand ku di nava salekî de 73 girtiyan, di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane û li gor wî 34 ji wan mirinên bi guman in.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, bi ser hesaba xwe ya medya civakî de, hin agahiyên derbarê binpêkirina mafên di girtîgehan de parve kir.

Gergerlîoglu ragihand ku ji 1ê Kanûna 2021an heta 1ê Kanûna 2022an li tevahiya girtîgehên Tirkiyê de 73 kesan jiyana xwe ji dest dane ku mirina 34 ji wan bi awayekî bi guman bûye û sedema wan ne zelal e.

Omer Faruk Gergerlîoglu bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got “Girtîgeh bûne malên mirinan. Girtîgehên Tirkiyê rekorên cîhanî tomar dikin. Mixabin amarên mirinên girtiyan gelekî zêde bûne. Ji yekê Kanûna 2021an heta 1ê Kanûna 2022an di nav salekê de, ew mirinên ku me li girtîgehan destnîşan kirine 73ê ne. 34 ji van wek xwekuştin hatine ragihandin ku mirinên bi guman in. 39 jî mirina nexweşên girtî ne. Ji ber hem bi awayekî fizîkî û hem jî bi awayekî derûnî nexweşên girtî nayên çareserkirin canê xwe ji dest didin. Ev jî dibe sedema dramayên mezin. Niha ji ber karên Wezareta Zilmê girtî canê xwe ji dest didin û ev hejmar gelekî zêde bûye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gergerlîoglu: Di nava salekî de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri