Gireva Axtamarayê rastî eleqeyek mezin tê

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Girava Axtamarayê û dêra wê ku di nava Gola Wanê deye rastî eleqeya geştiyara tê. 15 hezar geştiyar îsal ji meha Çileyî vir ve hatine serdana Girava Axtamarayê.

Girava Axtamarê ya li navçeya Westana Wanê, yek ji navendên giring ên geştyariyê li bajarê Wanê. Girav her demsalê bala geştyaran dikişîne ser xwe. Dema ku li heremê hewa germ bû hejmara kesên ku têne serdana giravê jî zêdetir dibe.

Geştyarên ku serdana Wanê dikin bêyî dîtina Girava Axtamarayê di nava şînahiya bêhempa ya Gola Wanê û dêra dîrokî ya wê dikin ji bajêr dernakevin.

Geştyar di rêya eskeleyên li navçeyên Artemêt û Westanê, piştî rêwîtiya nîv saetê bi keştiyan diçin giravê.

Li gor daneyên miduriyeta turîzmê ya Wanê, ji destpêka îsal ve heta niha 15 hezar geştyaran serdana wê giravê kirine. Bi sedema cejna Newrozê jî gelek geştyar ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dane Wanê û yek ji wêstgehên serdana wan, Girava Axtamarayê ye.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gireva Axtamarayê rastî eleqeyek mezin tê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *