Modela standart a fîzîka pirtikan ev çend sale hebûna xwe diparast, lê niha li gor hesabkirineke nû girseya bozona W’ê mezintirin derket. Viya jî derxist holê ku di vê modelê de kêmasî hene.
Li gor gotareke ku di Rojnameya Gazete Duvar de bi îmzeya Ayşenur Ozel hatiye weşandin, ev xebata dawîn di warê fîzîkê de keşfeke gelekî mezin e. Ji ber ku ew hesabên me yên heta niha me kirine, belkî êdî di warê fîzîkê de derbas nebin û her tişt ji nû ve bên hesabkirin. Ma ev pêkan e?
‘Di gerdûnê de çar hêzên bingehîn hene’
Di fîzîkê de beşek heye serê gelekan tevlihev dike. Ew jî beşa pirtikên atomî ye. Zanistvan bi salan li ser fîzîka pirtikan dixebitin û her çi dibînin pirtir şaş dimînin li hemberî nediyariya vê gerdûnê. Di van xebatan de me dîtiye ku di gerdûnê de çar hêzên bingehîn hene û ev her çar hêzên bingehîn, pirtikên atomî bi rê ve dibin. Çi qasî em bi xebatên xwe yên vê serdemê bi van tiştan bizanin jî beriya me filozofên yewnan bi hebûna pirtikên madeyê dizanibûn. Wan hê hingî jî digotin atom xwedî pirtikan e. Piştî wan di destpêka sedsala 19an de John Dalton teoriya xwe ya li ser atoman pêşkeşî cihanê kir. Piştî wî di sala 1897an de J. J. Thomson bi xebata tîrêjên katodî elektron dît û bi saya wî teoriya atomê hinekî din jî bi pêş ket lê bêguman ji bo fîzîkvan ne bes bû. Tiştekî kêm hebû. Tiştekî wisa ye barê atomê bi saya wê notr dimîne. James Chadwick di sala 1932an de pirtikeke din a atomê “notron” peyda kir. Berê me bi tenê bi hebûna atomê dizanibû. Ji bo me atom ji hev parçe nedibû. Lê belê êdî em dizanin atom ji hev parçe dibe û xwedî pirtikan e.
‘Teoriya Quantumê’
Bêguman ew pirtikên em behs dikin ji elektron, proton û notronan cudatir in. Kuark, notrîno û lepton in. Ev zanyariyên me ji bo em ji gerdûnê fehm bikin modelekê tînin pêşiya me. Di destpêka sedsala 20an de fîzîkvanên wekî Max Planck, Albert Einstein, Niels Bohr, Werner Heisenberg, Erwin Schrödinger, Max Born, John von Neumannû Paul Dirac bi van zanyariyan ji xwe re modelek ava kiriye. Ev model, ev teori “Teoriya Quantumê” ye. Bêguman ev model ji nişkê ve û bi tenê bi xebata kesekî ava nebû. Pêşî bi xebatên Max Planck me dît ronahî bi enerjiyeke diyar dikşînin nava xwe.
‘Ronahî bi enerjiyên quatumbûyî belav dibin’
Planck ji bo vê rewşê got; ronahî bi enerjiyên quatumbûyî belav dibin. Di sala 1905an de jî Einstein li ser vê zêde kir û dît ronahiya ku em dizanin wekî pêlan tevdigere, ji fotonan pêk tê. Ew foton jî wekî paketên enerjiyê ne. Yanê Einstein gotinên Max Planck piştrast kirin. Ronahî ji fotonan, ji paketên enerjiyê pêk tê. Piştî van her du fîzîkvanên mezin bi modela dendikê atomê ya Ernest Rutherford, bi xebata belavbûna tîrêjên X`ê ya Arthur Compton, gelemperîkirina rewşa wekî pêlbûn û wekî pirtikbûnê ya Louis De Broglie modela Quantumê gelekî bi pêş ket. Erê zanistvanan dît atom parçe dibe û xwedî pirtikan e. Belkî ev pirtikên me dîtine jî parçe dibin û di nava wan de jî pirtikên cuda hene. Fizikvanên wê deme ketin pey vê fikrê û piştî dîtina elektronê 40 salan şûnde di sala 1936an de Carll D. Anderson mûon dîtin. Piştî van xebatan fîzîkvan Leon Rosenfeld di sala 1948an de cara yeke navê “lepton”ê bi kar anî. Bi xebatên grîng ên Melvin Schartwaz û Jack Steinberg notrinoyên mûonî peyda bûn. di sala 1964an de Muraay Gell – Mann û George Zweig modela kuarkan pêşkeşî warê fîzîkê kir.
‘Serkeftina CERN’ê ye’
Keşfa pirtikên W û Z`ê jî serketineke mezin a CERNê bû. Di Çileya sala 1983an de ji aliye Carlo Rubbia û Simon van der Meer hatine dîtin. Bi ceribandina UA1 û UA2ê (ceribandinên fîzîka enerjîzêde) CERNê di 21ê çileya wê salê de dîtina bozona W`ê bang kir. Çend mehan şûnde di meha îlonê de jî bozona Z`ê dîtin. Ji ber van xebatên wan Carlo Rubbia û Simon xelata Nobelê wergirtin û di dîroka fîzîkê de navê xwe nivîsandin.
‘Kêmasiyên vê modelê jî hene’
Fîzîkvan bi salan li Fermilaba DYAyê li ser bozona W`ê dixebitîn. Di van demên dawî de tiştekî gelekî balkeş dîtine. Girseya bozona W`ê ji ya ku em dizanin mezintir e. Li gorî kovara Scienceyê jî di van hesabên herî hesas ên dawî de tê dîtin ev tişt bi modela standard a fîzîka Quantumê re li hev nake. Modela Standard bi gelek fenomenên fîzîkî re li hev dikir û ji bo em şiroveya wan bikin dibû alîkar. Ev model çi qasî xurt be jî kêmasiyên wê jî hene. Bi tenê sê hêzên bingehîn dikare rave bike. Ev hersê hêzên bingehîn; hêza elektromagnetîk, hêza nukleer a lawaz û hêza nukleer a bihêz.
‘Dibe ku em hemû zanyariyên fîzîkî ji bîr bikin’
Heta niha vê modelê bi texmînên xwe gelekî xurt û hesas bûya jî hêza elektrolawaz û hêza nukleer a bihêz bi enerjiyeke mezin nagihîjin hev, made û antîmade hev nagirin, girseya fermiyonan wekî rasthatiniyek xuya dike û ji bo girseya notrînoyan û ji bo osilasyona wan tiştekî nabêje. Vê modelê heta niha çi qasî bi fenomenên fîzîkî re bi temamî li hev neke jî bi piraniya pirtikan re li hev kiriye. Ji ber vê yekê bi salan hatiye bi kar anîn lê gelo ji ber mezintirbûna girseya bozona W`ê hemî hesabên me yên fîzîkî biguherin? Ev xebata dawîn di warê fîzîkê de keşfeke gelekî mezin e ji ber ku ew hesabên me yên heta niha me kirine, belkî êdî di warê fîzîkê de derbas nebin û her tişt ji nû ve bên hesabkirin. Ev rewşeke wisa ye belkî em hemî zanyariyên xwe yên li ser fîzîkê ji bîr bikin û zagonên nû, rêbazên nû ava bikin. Ma ev pêkan e? Belkî pêkan e lê heke her tişt biguhere ji bo fîzîkê afirandina modeleke nû yê gelekî zehmet be.
Serhat News
(lg)