HDP: Bila parastin ji piştî hilbijartinan re bê taloqkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

HDP’ê ji bo ku parastina devkî ji ya di çarçoveya doza girtina partiyê de ji piştî hilbijartinan re were taloqkirin, serî li Dadgegaha Destûra Bingehîn da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi her awayî dibe rojeva sereke ya Tirkiyeyê. HDP tevî doza girtinê ku li dijî wê hatiye vekirin jî wek partiya kilîd a hilbijartinê tê dîtin. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind doza girtinê li HDP’ê vekiriye. Ev doz li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) berdewam dike. HDP’ê serlêdanek nû ji bo AYM’ê kir. HDP ji bo ku biryara talî ya dozê bimîne piştî hilbijartinê di 16’ê çile de serî li AYM’ê dabû.

Piştî ku ev serlêdan hat redkirin vê carê HDP bi daxwaza ku doz piştî erdhejê bê lidarxistin û dîroka parastina wê devkî 3 mehan bê taloqkirin serlêdan kir. AYM serlêdana HDP’ê nirxand û ji bo parastina devkî mehek taloq kir û dîroka parastinê 11’ê Nîsanê da.

Piştî ku takvîma hilbijartinê hat eşkerekirin, HDP bi daxwaza ku doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê li AYM’ê serlêdanek nû ya duyemîn bike.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan serlêdanê amade kir û di serlêdanê de diyar dike ku di kamapnya hilbijartinê de ne mimkin e parastina devkî bike û xwest dîroka parastina devkî taloqî piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê bê kirin. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
HDP: Bila parastin ji piştî hilbijartinan re bê taloqkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *