1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Hejmara kesên li Stenbolê hatine desteserkirin derket 32 kesan

Hejmara kesên li Stenbolê hatine desteserkirin derket 32 kesan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Stenbolê hejmara kesên di encama operasyona vê sibê hatibû lidarxistin de hatine desteserkirin, derket 32 kesan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de polîsan li 6 bajar û 15 navçeyên Stenbolê bi awayekî hemwext bi ser malan da girtine. Di encama serdegirtinan de 32 kes hatine desteserkirin.

Polîsan di malan de lêgerîn pêk anîne, rêveber û endamên Partiya Demokratîk Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk jî di nav de 32 kes desteserkirine.

Her wiha sedema desteserkirinê hê jî diyar nebûye. Kesên desteserkirî birine Midûriyeta Ewlekariyê ya Stenbolê ku li Cadeya Vatanê ye.

Diyar bûye ku biryara sînordarkirinê ya 24 saetan danîne ser hevdîtina parêzeran a li gel miwekîlên xwe û biryara nepenîtiyê li ser dosyeyê ye.

Navên kesên desteserkirî yên hatine hînbûn ev in:

Devîn Doga Ayaz, Hulya Îlyas, Serkan Şengûl, Eylem Taşdemîr, Mustafa Şîşman, Serhat Tokuş, Arafat Emekçîlerî, Tufan Emekçîlerî, Erkan Ozmen, Cevdet Bîçer, Yunus Aslan, Berfîn Koçak, Hêvîdar Ozdemîr, Omer Gulsul, Mervan Beyret, Adem Ozgen, Onûr Îlbars. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmara kesên li Stenbolê hatine desteserkirin derket 32 kesan
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri