Hejmara 6’an a Kovara Destarê bi dirûşmeya ‘Dem dema wêjeya Kurd-î ya şoreşger û xwebûnsaz e’ derket.
Kovara Destar ku sê mehan carekê weke kovarpirtûk dertê, bi hejmara xwe ya 6’an derket pêş şopînerên xwe. Kovara ku bi diruşmeya ‘Destarê Kurd-î Hûr dihêre’ dest bi weşanê kiribû ji 176 rûpelan pêk tê û gelek mijarên din ên girîng jî têde cih digire.
Di hejmara 6an a kovarê de, 42 nivîskar û helbestkarên Kurd, di beşên ‘Destarê Kurmancî’, ‘Destarê Kirmanckî’ û ‘Destarê Soranî’ de nivîsên lêkolîn, vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorik, ramanî û zanistî nivîsandiye.
Hejmara 6’an a kovarê, ji bo balê bikişîne ser têkoşîna jinan a li gelek deverên ku kurd lê dijîn, di bergê de wêneyên Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê û nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” bikar aniye.
Kovarê di vê hejmara xwe de bi dirûşma “Dem dema wêjeya kurd-î ya şoreşger û xwebûnsaz e” naveroka xwe diyar kiriye. (Bîanet Kurdî)
Serhat News
(lg)