Li gor AFAD’ê heta niha li Tirkiyeyê 31 hezar û 643 kesan di encama erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gor jêderên Sûriyeyê jî li vî welatî 3 hezar û 581 kes jiber erdhejê jiyana xwe ji dest daye.
Hejmara mirîyên erdhejê yên li her du dewletan gihiştiye 35 hezar û 224 kesan.
Ji alîyê din ve Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku ewê rê nedin pêleke nû ya koçberên Sûriyeyî berbi Tirkiyeyê ve çêbe.
Çavuşoglu di vê derbarê de îdîayên ku tê gotin, ji Sûrîyeyê ber bi Tirkîyê ve hin koçberên nû tên, derewand û got ku ev yek ne ras e. (Dengê Amerîka)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver