1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Hejmarek dewletan êrîşa li Parîsê şermezar kirine

Hejmarek dewletan êrîşa li Parîsê şermezar kirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rayedarê dewletên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Avusturyayê êrîşa li hemberî Navenda Çanda Kurd a Parîsê ku di encamê de 3 kes hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bûbûn, şermezar kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly, li dijî êrîşa çekdarî ya li paytext Parîs a Fransayê, ya li hemberî Kurdan, nerazîbûn nîşan dan.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, “Ez ji malbatên qurbaniyên êrîşa li ser navenda çanda Kurdî ya Parîsê re sersaxiyê dixwazim. Di vê roja xemgîn de dil û ramanên min bi civaka Kurd û gelê Fransayê re ye.”

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz di hesabê xwe yê Twitterê de peyameke bi Almanî û Fransî parve kir û diyar kir ku ew bi “çalakiyeke xirab” a ku Parîs û Fransa hejandiye re rû bi rû mane. Scholz got, “Bûyereke tirsnak ku îro Parîs û Fransa hejand. Fikr û ramanên min bi qurbanî û malbatên wan re ne.”

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî peyam belav kir û anî ziman, “Divê nefret ti carî bi ser nekeve.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly jî di peyameke xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got, “Îro nûçeyên trajîk ên li ser gulebarana li Parîsê gihîştin me.”

Wezareta Derve ya Awûstûryayê jî li ser hesabê Twîtterê parvekirinek kir û got ev êrîş kiryareke tirsnak e û anî ziman, “Nefret wê bi ser nekeve.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmarek dewletan êrîşa li Parîsê şermezar kirine
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *