Yek ji helbestvanên heyama komara Tirkiyê Şukru Erbaş di wêjaya tirk de cihek girîng digire. Erbaş dema lîseye de dest bi helbestan kiriye û demekê ji wekî karmend xebitiye. Ew dibêje: “Min tu carê xwe wekî karmend hîs nekir”
Helbestvan Şukru Erbaş yekemîn helbesta xwe di sala 1978’an de li se Kovara Varlik diweşîne. Wî heta bi dehan pirtûk, antolojî û gotar nivîsîne. Erbaş herî dawî di sala 2004’anda albumeke ji deng ya helbestên xwe jî derxistiye. Her wiha Erbaş heta niha gelek xelat jî wergirtine.
Erbaş çend roj beriya niha li Wanê bi heskiryên xwe re hat cem hev. Bi mebesta pirtûka wî dawî ‘İnsan bîr Eksîk Sozdur’ li Navenda Çand û Hunerê ya Anka’yê bernameyek îmzeyê hate lidarxistin. Piştî wî pirtukên xwe îmze kir, bi heskiriyên xwe re guftugoyek pêk anî.
Erbaş li ser jiyana xwe ya hunerê û xebatan pirsên Serhatnewsê bersivand.
We kengî dest bi nivîsê kir?
Di sala 1968’an de dema ez li lîseyê bûm dest bi helbestê kir. Wê çaxê min gelek pirtuk diwandin. Pirtûkên min dixwandin bere min dida alîyê mazlûman. Beyî çepgiriyê bizanim bûm çepgir. Tevî vê min dest bi nivîsê kir.
Ji Tezel Ozlu re dipirsin : ‘Tu çima dinivsî?’ ew jî dibêje ‘Bona ku ez bikarim xwe li ber dinyayê bigirim’ Gelo hûn çima dinivsin?
Ez li hember civaka xwe xwedî berpisyariyê me. Tenê nivîs ji deste min tê. Dostoyewskî dibe je mirov li hemberî her tiştî xwedî berpisyariyê ye. Min carekê dest bi tembûrê kir. Lê dawî lê nehat. Eger min berdewam bikira, min nivîs nedinivîsi. Hûn çi karî bikin se hûn li hember civakê dikevîn nava berpisyariyê. Em îro dinisin lê tesîra me bo sedsalan diçe
Hûn wekî helbestvanekî şoreşger tên pênase kirin. Ji vê re gotina we çiye.
Hemû helbestvan an jî wêjevan ên ku bi nivîsê mudaxale li rastiyên jiyanê dikin, şoreşgerin. Muhemmed re ji dibêjin şoreşvan. Li gor min ev raste. Wi civaka xwe guhertiye. Civaka ereban xistiye formekê. Bele ew şoreşger e. Wî cîhanek nû afirandiye. Nexwe hûn çi dibêjin.
Têkiliya we bi helbest û xwandewanan re çewaye ?
Ez her tim dinivsim. Radibim dinivsim rûdinim dinivsim. Li hemberi min jî girseyek xwandevanan a cur be cur çêbû ye. Mirov li her derê heskirina xwe nîşanê min didin. Li fuara Stenbolê, jineke bi çarşefa reş li xwe kirî hat pirûk li min dan îmzekirin. Wê xwest bi min re wêne bikişinîne. Li gor baweriya wê divê destê wê li zilamekî neke. Lê em bi hevre nava heman cihan û zimanî de jiyan dikin. Ew min qebûl dike, ez jî wê qebûl dikim. Azadî bo me hemûyan pêwîst e. Dema em gotinekê bikar tînin, valahîyek çêdibe. Bo wê valahiyî tuji bikin, gotinek din bikar tînin. Bi vî avayî em valahiyan bi gotinan tuje dikin. Em çi bejin bi bawerî dibêjin. Lewma em bi hemû kesî re tên cem hev.
(lg)