Helbesvanekî ciwan li Wanê: Hediye Durmiş

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Helbestvana ciwan a bi navê Hediye Durmuş, ku hewl dide li hemberî cudakariyên jin di nava civakê de rû bi rû dimînin, bisekine dibêje, “Divê jinên ciwan pêşdarazên heyî hilweşîne”

Helbestvan Hediye Durmiş di sala 2001’an de li navçeya Elbakê ya Wanê ji dayîk bûye. Ew ê li Kutahyayê Beşa Teknîsiyeniya Zanîstên Dermansazî û Tenduristiyê xwendiye. Durmiş ku di temenê xwe yê ciwan de bi navê ‘Leyla’ pirtûkek derxistiye, xebatên xwe yên di warê helbestvaniyê de bê navber berdewam dike.

‘Heta ku hubra min têrê bike jî ez ê binivsim’

Durmiş, destnîşan kir ku ew nivîsên wekî, helbest, çîrok û gotaran dinivîse û wiha axivî: “Pirtîka min a bi navê ‘Leyla’ di Hezîrana 2020’an de hate çapkirin. Ez dixwazim di vî warî de xwe hêj jî pêşde bibim. Ji sala 2018’an vir ve ez karê nivîse berdewam dikim. Û heta ku hubra min têrê bike jî ez ê binivsim.’

Helbesvanekî ciwan li Wanê: Hediye Durmiş - Hediye Durmis 2
Helbestvan Hediye Durmiş

Durmuş, dide zanîn ku wê xebatên pirtûka xwe a bi navê ‘Leyla’ di nava salekî de qedaniye û got ku ew niha hewl dide ku di rojên pêş de romanekî binivse.

Helbestvan Durmiş her wiha dibêje ku malbata wê di vê pêvajoyê de piştgirî daye wê û wiha pêde çû: “Di pêşerojê de ez wisa difikirin ku bi saya xebata min û yên wekî min, ciwan dê bikaribin, xwe bigihînin cihekî. Malbata min hinek piştgirî da min, lê belê ez nikarim bêjim ev piştgiriyek pir xûrt bû. Di roja me de hişmendiyek wiha heye; ‘Divê dema te karek kir tu ji wî karî pere qezenç bikî’. Lê sinet-huner û zenaet ji vir ji hevdû cuda dibin. Armanca hunerê tenê bo civakê ye, lê ya zenaetê ‘Kar e’. Ji ber vê jî, ez wisa difikirim ku çi nivîskarî be, çi jî helbestwanî divê ji bo xwe pêşve bibin, ew gelek bixebitin. Bi taybet jî ciwanên jin yên li Elbakê divê di vî warî de pêşdaran hilweşînin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Helbesvanekî ciwan li Wanê: Hediye Durmiş

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *