1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Hengaw: Li Îranê du ciwan hatin qetilkirin

Hengaw: Li Îranê du ciwan hatin qetilkirin

featured
WÊNE: ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand ku li Îranê du ciwan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.

Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Amînî li Îranê despêkiribûn didomin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hangawê destnîşan kir ku di dema çalakiyan de hêzên rejîma Îranê gule barandine ser çalakgeran û di encamê de 2 ciwan hatine qetilkirin û çend kes jî birîndar bûne.

Li gor nûçeya Rûdawê, şevêdin, li bajarên Seqiz, Sine, Bokan, Mehabad, Urmiye, Dîwandere, Merîwan, Kamêran, Qurwa, Kirmaşan, Ciwanro, Rewanser û Îlamê çalakî berdewam bûn.

Endamê Lijneya Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw Erselan Yar Ehmedî ku agahî dane çapemeniyê, destnîşan kir ku li bajarê Kamêranê welatiyê bi navê Fuad Mihemed ê 27 salî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye qetilkirin.

Her wiha hate ragihandin ku li bajarê Sinê jî di dema çalakiyan de ciwanê bi navê Îsa Beglarî jiyana xwe ji dest da û yek jê giran, gelek kes jî birîndar bûne.

Di vê navberê de, li gor çapemeniya Îranê di dema çalakiya Bokanê de şer û pevçûn di navbera xelkê bajêr û hêzên rejîma Îranê de qewmiye. Li gor agahiyan di dema çalakiyan de fermandayekî Pasdaran ê bi navê Raza Elmasî jiyana xwe ji dest daye û 8 xwepêşandêr jî birîndar bûne.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hengaw: Li Îranê du ciwan hatin qetilkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *