Hemalan li Wanê demekê bar bi ser pişta xwe dibirin. Di nava demê de erebeyên hemaliyê derketin û êdî ev kar bi van erebayan hate kirin. Ev demek bû ku êdî hejmara hemalan li bajêr kêm bûbû, lê tevî rûdana krîza aborî ev pîşe cardin zindî bûye. Piranî jî kesên temenê wan bi ser 50’ê de vî karî dikin.
Li Wanê piranî kesên ku temenê wan bi ser 50 saliyê de ne karê hemaliyê dikin. Ev karkerên ku ji ber bêkariyê neçar dimînin vî karî dikin, hewl didin debara mala xwe bi vî avayî pêkbînin.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUIK) di meha Tebaxê de li gor heman meha sala borî rêjeya bêkariyê 0,4 puan zêde bûye û gihiştiye 9, 6’an. Li gor heman daneyan hejmara bêkarên bi ser 15 saliyê de di sala 2022’an de li gor meha Tebaxa sala borî 100 hezar kes kêm bûye û daketiye 3 milyon û 312 hezar kesî.
Li Wanê jî rêjeya bêkariyê di sala 2021’an de wekî 23,6 hate eşkerekirin. Bi vê rêjeyê xuyaye ku hejmara bêkaran li Wanê ku her diçe zêdetir dibe, bi ser navenga Tirkiyeyê ketiye.
Hemalê bi navê Sefer Yildiz ku hewl dide bi hemaliyê 12 nifûsên xwe bi hewîne dibêje ku tevî ew nexweşe jî neçarî vî karî dike. Sefer Yildiz ev 40 sale vî karî dike û niha 60 saliye. Dibêje ku ev 40 sale ew erebeya hemaliyê dide şixulandin û her roj bi erebeya 8 kilometre rê diçe û tê.
‘Hewl dide bi hemaliyê debara xwe pêk bîne’
Yilidiz ê ku li kolana sobevanan a li navenda Wanê ev 30 sale vî karî dike derbarê karê xwe de wiha axivî: “Hin roj hene 20, 30 TL. Carnan jî 50, 100 TL pere digehije destê min. Karê me wekî kumarê ye, tu tiştê wê diyar nake. Piranî ez li vir disekinim. Zivistanê sobeyan, havînê jî semawer û menqelan ez bar dikim. Welatî ji vir sobeyan dikerin û dibin taxên gelek dûr. Dema ez diçim dûrahiyê, aciziyên min jî zêde dibin. Gurcikên min nexweşin. Ji ber êşa lingê xwe jî ez şev nikarim rakevim. Karê min pir zehmet e. Beriya niha min rojê 10 caran tişt bardikin, lê niha encak 5 caran bar derdikeve an na. Mişteriyên me jî gelek caran ji ber bûhayê em ji wan re dibêjin gazincan dikin û dibêjin ‘Me qey hûn bi benzînê dixebitin’,”
Ew dibêje ku beriya niha karê wan çi nebe biçekê baş bû, lê piştî ku wesayîtên bi navê ‘Kuba’ derketine karê wan jî kêm bûye û sedema vê yekê jî wiha rawe dike: “Ev wesayît, li gor me zûtir diçin tên û bar jî zêde dikarin hilgirin. Ji ber van sedeman welatî wan a tercîh dikin. Ez bi vî karî hewl didim debara malbata xwe ya 12 nifûs pêk bînim, lê pereyê digihije destê min têra tu tiştî nake.”
‘Hejmara wan pir zêde ye’
Aborînas û pisporê îstihdamê Sînan Ok, têkildarî mijarê de destnîşan dike ku kesên ku vî karî dikin bê ewlehiya kar û bi neçarî vî karî dikin. Ok wiha dewam kir: “Yanî pêwîste ku kesên ku dixebitin bibin xwedî sîgorte, ewlehiya kar û ucretekî baş. Lê li Wanê ev kesên ku hejmara wan nêzî hezaran kesiye û piraniya wan zilam in, ji ber bêkariyê bi neçarî vê karî dikin. Dema ku hûn li nava bajêr digerin, taybet derdora Bêşyol, Mizgefta Hz. Omer û Mizgefta Mezin, van kesan dibînin.”
‘Bila mercên teqawîtbûyînê werin pêkanîn’
Ok dide zanîn ku hemal ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin wiha pêde çû: “Piraniya wan bi ser temenekî zêde de ne. Ew tevî nexweşiyên xwe ji ber ku kar tune ye vî karî dikin. Pereyê ku digihije destê wan jî di bin asta birçîbûnê de ye. Wezaretên Polîtîkayên Malbat û Civakî an jî ya Xebat û Ewlehiya Civakî tu bernameyên piştgiriyê bo van kesan amade nekiriye. Lê pêwiste ji van kesan re wesayîtên bi motor bê dayîn û di dema bêkar dimîn jî ji sîgorteya bêkariyê siud werbigirin. Her wiha ji van kesan divê mercên teqawîtbûyînê jî werin pêk anîn.”
Serhat News
(lg)