1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Heşdî Şebî ser parzûngeha petrola Germiyanê de girt

Heşdî Şebî ser parzûngeha petrola Germiyanê de girt

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Çekdarên Heşdî Şebiyê bi çekên giran bi ser parzûngeheke Petrolê ya li Germiyanê de girt.

Li gorî agahiyên agahiyan Heşdî Şebî ketiye Parzûngeha Qemerê ya li bajarokê Gulecoyê yê li herêma Germiyanê ya Silêmaniyê.

Rayedarekî Pêşmergeyan ji Tora Medyayî ya rûdawê re ragihand ku Heşdî Şebî bi sedan wesayîtên leşkerî çûye wê derê.

Heman çavkaniyê da zanîn, Heşdî Şebiyê qebûl nekiriye ku ji herêmê derkeve û wan li polîsekî jî xistiye ku hişyarî daye wan.

“Em dê 3 rojan bimînin û herin”

Hat zanîn ku rayedarekî Heşdî Şebiyê yê ku çûye Germiyanê gotiye:

“Ferman hat em berê hêzên xwe bidin qada petrolê ya ku Îmarat petrolê jê derdixe.”

Fermandarekî Pêşmergeyan ê ku li cihê bûyerê ye ji Nûçegihanê Rûdawê yê Germiyanê re got:

“Fermandarekî Heşdî Şebiye wiha ji min re got, ‘Em di encama hevdîtineke bi Bafil Talebanî re li vê derê ne. Em dê 3 rojan bimînin û herin. Pêşmerge birayên me ne. Em dê bi piştgiriya balafirên şer li hemberî DAIŞê operasyonekê bikin.”

Li hêla din, hat zanîn ku Heşdî Şebî nahele nan û avê ji polîsên li Parzûngeha Qemerê re bibin û nahêlin Pêşmerge jî nêzîkî herêmê bibin.

Bi 400 wesayitî hatin

Heşdî Şebî serê şeveqê derdora saet 04:00an bi 400 wesayîtên leşkerî çûye wê herêmê.

Hat ragihandin ku Heşdî Şebî bêyî destûr û agahiya Pêşmergeyan çûye herêmê.

 

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Heşdî Şebî ser parzûngeha petrola Germiyanê de girt
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *