Hevdîtinên di navbera Enqere û Şamê de hatin betalkirin

Nûnerên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye li Moskovayê dicivin1
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê Sûriyê Elî Odeh El Cadan ragihandiye ji ber ku Şamê bi rêya rêveberiya Moskovayê muxtirayeke lihevhatine (Mutabakat muhtirası) daye Enqerê, hevdîtinên 4 welatan hatiye betalkirin.

Civîna welatên Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê qeyrana Sûriyê û asayîkirina peywendiyên Tirkiye-Sûriyê, ku dê 15-16’ê Adarê di asta cîgirên wezîrên derve de bihata kirin, bo demeke ne diyar hat paşxistin.

Li gor nûçeya Rûdawê Parlamenterê Sûriyê Elî Odeh El Cadan derbarê paşxistina civînê de gotiye: “Berî civîna di asta wezîrên derve de, divê em wek pêngavên destpêkê li ser çend xalan li hev bikin. Divê hêzên dagirker ên Tirkiyê ji axa rojavayê bakurê Sûriyê bi temamî vekişin û ev ax bo Artêşa Ereb a Sûriyeyî bê radestkirin.”

El Cadan dibêje, ji bo di asta wezîrên derve de civîn bêne kirin divê Tirkiye şertên wan qebûl bike.

El Cadan got: “Me bi rêya Moskovayê muxtiraya lihevkirinê ji Enqerê re şand. Eger ev şertên me yên muxtirayê de bêne qebûlkirin dê hevdîtina di asta wezîrên derve de bê kirin.”

Parlamenterê Sûrî bal kişand ser hilbijartinên li Tirkiyeyê ku dê 14’ê Gulanê bêne lidarxistin û wiha axivî: “Hilbijartin dê çarenûsa Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û AK Partiyê diyar bikin. Tirkiye dixwaze ji bo armancên hilbijartinê dem bidest bixe. AK Partî nikare me bo hilbijartinan bi kar bîne. Em dewleteke xwedî serwerî û axake me ya dagirkirî heye ku pêwîst e li me bê vegerandin. Eger ev xal bêne qebûlkirin, Şam dê di çarçoveya prensîba `di siyasetê de dost û dijminên daîmî nînin” bi kêfxweşî pêşwaziyê li her lihevkirinekê bike.”

El Cadan herwiha dibêje, Şam dixwaze hemû sînorê xwe yê ligel Tirkiyê kontrol bike û Tirkiyê heta niha bersiva muxtiraya wan nedaye.

Serokê Dewleta Suriyê Beşar Esad çend roj beriya niha di hevdîtina xwe ya Serok Dewletê Rûsyayê Putîn de ku li Moskovayê hatibû lidarxsitin, derbarê vê mijarê de hin nirxandin kiribûn. Esad paşvekişandina hêzên Tirkiyeyê ji nava xaka Sûriyê wekî şert danîbû ber Serokkomar Erdogan gotibû, “Tekane şertê asayîkirina têkiliyan ev yeke. Ger ev hevdîtin şerê li nava Suriyê bidawî neke, wê çaxê hevdîtin dê kêrî çi we re”

Hêjayî gotinê de ku medya Tirkiyeyê di vê mijarê de qet behsê dayîna muxtirayê nake û dibêje ku civîn ji ber sedemeke teknîkî hatiye betalkirin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevdîtinên di navbera Enqere û Şamê de hatin betalkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *