1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Hunermend Şivan Perwer bo mexdûrên erdheje kampanya da destpê kirin

Hunermend Şivan Perwer bo mexdûrên erdheje kampanya da destpê kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermendê Kurd ê navdar Şivan Perwer ji bo mexdûrên erdheja kampanyaya alîkariyê destpêkirin.

Şivan Perwer li ser hesabên xwe yên medya civakî daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku kampanyaya wê ji aliyê Weqfa Muzîk û Hunerê ya Şivan Perwer ve bê birêvebirin û hêvî dike ku hemwelatî bi rêya wê kampanyayê alîkariya mexdûrên erdhejê bikin.

Hunermend Perwer, di berdewamiyê de dibêje: “Bawer bikin, çi alîkarî bigihêje me û çi di destê me de hebe, em dê bigihînin miletê xwe, alîkarî ji we, têkoşîn û xizmet ji me.”

Perwer her wiha ji ber ku alîkarî gihandine mexdûrên erdhejê spasiya xwe ji hemû Kurdan re jî şandiye.

Di 6’ê Sibatê de li navçeya Mereşê du erdhejên mezin çûbûn û bandor li ser 11 bajaran kir. Erdhejê herwiha bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybet navçeya Cindirês a Efrînê hejand.

Li gor daneyên fermî, di encama erdhejan de 43 hezar û 556 kesan jiyana xwe ji dest dane, herwiha bi hezaran kes birîndar bûne, bi hezaran avahî jî hilweşiyane.

Herwiha li gor AFP’ê, li Sûriyê zêdetir ji 3 hezar û 600 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê jî ragihandiye ku bi sedema erdhejê, heta niha 1 hezar û 100 kesan canên xwe ji dest dane.

Li gor Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, di erdhejê de herwiha 278 avahî bi tevayî wêran bûne û 1110 avahiyên din jî ziyan gihiştiye wan û li ber ketinê ne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermend Şivan Perwer bo mexdûrên erdheje kampanya da destpê kirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *