1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Hunermendên navdar ên cîhanê bo hunermend Alîdostî bang li Îranê kirin

Hunermendên navdar ên cîhanê bo hunermend Alîdostî bang li Îranê kirin

featured
WÊNE: AP
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmareke zêde hunermendên navdarên yên cîhanê bi nameyekê bang li Îranê kirin ku aktrîs Taraneh Alîdostî ku di 17 Kanûnê de hatibû girtin, serbest were berdan.

Zêdetirê ji 500 hunermandan navdar ên di nav de Emma Thompson, Ken Loach, û Steve McQueen jî hene îmze avêtine nameyê.

Wan hunermandan dîyar kir ku Îranê, Taraneh di dema Noelê de girtiye ku bala kesî nekişîne.

Wê piştgirî dabû çalakvanan

Hunermandan di nameyê de gotiye ku bi girtina Taraneh hêrsa wan rabûye û bala wan li ser wê ye û ew dixwazin ku ew sax û silamet vegere mala xwe.

Alîdostî, ku li Îranê yek ji aktrîsên navdar e, piştgirîya xwe ya bo çalakiyan ragihandibû û li ser gotinên hevkarîyê hatibû desteser kirin.

Ew niha li Girtîgeha Evîn a li Tehranê de tê ragirtin.

Medya fermî ya dewleta Îranê dîyar kir ku Alîdostî jiber ‘Belavkirina nûçeyên derew’ hatiye desteser kirin. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hunermendên navdar ên cîhanê bo hunermend Alîdostî bang li Îranê kirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *