Hat îdîakirin ku navenda bajarê Efrînê ketiye bin kontrola HTŞ’ê
Li gor agahiyên Rûdawê ku spartiye çavkaniyek taybet, li navenda Efrînê ya Bakurê Suriyê, şerê di navbera KomaTehrîr el-Şam (HTŞ) bi navê xwe yê berê ‘El Nusra’ û komên çekdar de berdewam dike. Hat ragihandin ku piştî şerekî giran navenda Efrînê ketiye destê HTŞ’ê.
Hêjayî gotinêye ku hêj derbarê hurgiliyên têkildarî rewşa Efrînê de tu agahiyên zelal û piştrastkirî nehatine bidestxistin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver