Îdîanameya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hat amadekirin

featured
Parlamentera HDP'ê ya berê Semra Guzel
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Îdîanameya Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel ji aliyê dozgeriyê ve hate amadekirin. Di îdîanameyê de ji Guzelê re ji 3 salan heta 7 sal û 6 mehan ceza tê xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdîanameya derbarê, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê ya Amedê Semra Guzel de temam kir û ji 23’êmin Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re şand.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopoatmayê di îddianameyê de bi tohmeta ku  “Di belgeyên fermî de sextekarî kiriye” ji Parlamentera HDP’ê ya berê Guzelê re ji 3 salan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Dozgeriyê di îdîanameyê de bibîrxist ku derbarê Guzelê de di çarçoveya dosyayên 3’emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Enqereyê de biryara girtinê heye.

Dadgehê diyar kiriye ku ji dosyaya peyketinê ya Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê xwedî raye ye û biryara bêrayetiyê daye. Dadgehê xwestiye ku dosya ji Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re bê şandin.

Ger, îdîaname bê qebûlkirin, wê dest bi darizandina Guzelê bê kirin.

Çi bûbû?

Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkan ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibûn derketibûn. Ev wêne bi raya giştî re hatibû parvekirin.

Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzî hikûmetê belav bûbû, Serokê Giştîyê AKP’yê û Serokkomar Erdogan daxûyanîyek dabû. Erdogan gotibû “Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Çi hewce bike wê bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe de bibînin”.

Guzelê jî gotibû ku, Bora “dergistîyê” wê bû ye û ew wêne jî “di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin”. Dema ew wêne hatine kişandin ti têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tunebû û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin, di derheqî wê de ti lêkolin nehatine vekirin. Guzelê berdewam kiribû û gotibû, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek “kemînek” ji bo wê tên bikaranîn.

Piştî ev wêne hatin weşandin derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin, fezleke hatibû amadekirin. Fezleke ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatibû şandin.

Komîsyon di 20ê Kanûna Paşiyê de civîyabû. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dabûn û gotibûn ew ê ji bo fezlekeyê denge “Erê” bikarbînin.

Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî hezar û 336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede derheqê parlamenterên HDPyê û CHPyê de ne. Derheqê parlamenterên AKP û MHPyê de hema bêje qet fezleke nîn in. (Bîanet)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îdîanameya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel hat amadekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *