Îdianameya rojnamevanên girtî Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Orûç ku girtî ji aliyê dozger ve hatiye amadekirin û ji dadgehê re hatiye şandin.
Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok û nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Orûç di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 27’ê Iîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Abdurahman Gok û Mehmet Şah Orûç de îdianame amade kir. Dozger îdianameya Orûç şand 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û îdianameya Gok jî şand 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.
Tê payîn her du dadgeh jî îdianameyan qebûl bikin û girtina Gok û Orûç li ber çavan bigire û binirxîne.
Hêjayî gotinêye ku, îdîanameya nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer a li gel Gok û Orûç hatibû girtin, ji 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re hatiye şandin û tevî qebûlkirina îdîanameyê heman dadgehê biryara serbestberdana Canozerê daye. (MA)
Serhat News