1. Haberler
  2. Aktûel
  3. IFJ: Îsal li cîhanê 67 rojnamevan hatine kuştin

IFJ: Îsal li cîhanê 67 rojnamevan hatine kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

IFJ’ê eşkere kirye ku di sala 2022’an de li tevahiya cîhanê 67 rojnamevan û karmendên medyayê li ser kar hatine kuştin.

Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan (IFJ) rapora derbarê rojnamevanan de ya sala 2022’an eşkere kir. IFJ’ê diyar kiriye ku îsal li tevahiya cîhanê 67 rojnamevan hatine kuştin. Federasyonê bi van daneyan destnîşan kiriye li gor sala borî kuştina rojnamevan û xebatkarên medyayê ji sedî 40 zêde bûye.

Navende IFJ’ê li paytext Bruksel ya Belçiyayê ye û 600 hezar endamên wê hene. Her wiha ew nûnertiya saziyên rojnamevanan ya 140 welatan dike.

Di rapora IFJ’ê de hin agahiyên derbarê girtina rojnamevanan de jî hatine parvekirin. Li gor vê li cîhanê 375 rojnamevan ji ber kar û xebatên rojnamevaniyê niha di girtîgehê dene. Federasyona navborî dide zanîn ku Tirkiye, Çîn û Miyanmar ew welatin ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtin.

‘Ev bo parastina rojnamevanan zengila hişyariyê ye’

Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger ku derbarê raporê de agahî parve kirine, dibêje: “Zêdebûna hejmara kuştina rojnamevanan û karmendên din ên medyayê, cihê fikarê ye û zengilekî hişyarkirina hikûmetên welatan e daku berevaniyê li rojnamegeriyê bikin ku stûneke serekî ya demokrasiyê ye.”

Li Tirkiyeyê 51 rojnamevan hatine girtin

Li gor federasyonê, bi girtina 84 rojnamevanan, Çîn di rêza yekem de ye. Piştî Çînê bi girtina 64 rojnamevanan Miyanmar di rêza duyem de cîh digre. Tirkiye jî bi girtina 51 rojnamevanan di rêza sêyem de ye.

Li Îranê ku ji meha Îlonê ve ketiye ber pêleke xwepêşandanan, 34 rojnamevan di dema karkirinê de hatine girtin. Li Belarûsê 33 rojnamevan hatine girtin, piştî wê bi 23 rojnamevanan Misir tê û piştre Rûsya ku 29 rojnamevan hatine girtin.

Li gor raporê, li Erebîstana Siûdî 11, li Yemen 10, li Sûriyê 9 û li Hindistanê jî 7 rojnamevan îsal hatine girtin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
IFJ: Îsal li cîhanê 67 rojnamevan hatine kuştin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *