Hêzên rejîma Îranê li hemberî baregehên PDK-Îran û Komele yên li Silêmaniyeyê bi moşekan êrîşek pêk anî.
Li gor nûçeya MA Kurdiyê, hêzên rejîma Îranê, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îran (PDK-Î) ya li navçeya Koye ya Hewlêrê bombebaran kir.
Hat hînbûn ku hêzên rejîmê sê caran bi moşekan li dijî baregehê êriş pêk anîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê jî da zanîn ku cenazeyê kesekî û 8 birîndar ji nexweşxaneyan re hatine veguhestin.
Hat destnîşan kirin ku hêzên rejîma Îranê di heman demê de êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan a li gundê Zirugwêz a li Silêmaniyeyê jî kir.
Serhat News
(lg)