Di 4’ê Gulana 1937’an de ‘Lijneya Wezîran a Tirkiyeyê’ biryareke nû stand û piştî vê biryarê, li Dêrsîmê di nava 2 salan de bi deh hezaran Kurd hatin kuştin. Roja ku ev biryar hate girtin, anku 4’ê Gulanê wekî ‘Roja Bibîranîna Qurbaniyên Komkujiya Dêrsîmê’ tê pêşwazîkirin.
86 sal beriya niha dewletê li Dêrsima plana komkujieyeke mezin li dijî Kurdan pêk anî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza dest bi serhildanê kiribûn.
Li gor agahiyên nefermî yên derbarê hejmara qurbaniyên komkujiyê de, di navbera 13 hezar û 40 hezar Kurd li Dêrsimê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qirkirin. Her wiha bi hezaran kes jî bi zorê hatin koçberkirin û ji warê xwe hatin dûrxistin.
Piştî têkçûna serhildanê, rêberê serhildanê Seyîd Riza û hevalên wî di sala 1938’an de hatin girtin û piştre jî hatin darevekirin.
Tevî ku 86 sal bi ser komkujiyê de derbas bûye, hêj ew komkujî ji aliyê dewletê ve bi awayekî fermî nehatiye naskirin.
Xelkê Dêrsimê daxwaz ji dewletê dike ku arşîvên têkildarî komkujiya Dêrsimê bên vekirin û herwiha ji xizmên qurbaniyan re jî tazmînat were dayîn. Lê heya niha ne ti kesek hatiye tazmînkirin û ne jî tê zanîn ka gora Seyîd Riza li kuderê ye. (Rûdaw)
Serhat News