1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Îro 93’emîn salvegera Qetliyama Geliyê Zîlanê ye

Îro 93’emîn salvegera Qetliyama Geliyê Zîlanê ye

featured
WÊNE: ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Îro 93’emîn salvegera Qetliyama Geliyê Zîlanê ye. Qetliyama Geliyê Zilanê 93 sal beriya niha hate pêkanîn û li gor hin çavkaniyan zêdetirê 40 hezar Kurd hatin qetilkirin.

Di 12 û 13’ê Tîrmeha 1930’an de li Geliyê Zilanê yê bi ser navçeya Erdîşa Wanê, zêdetirê 40 hezar Kurd, ji aliyê ‘rejîma Kemalîst ya wê demê’ ve hatin qetilkirin. Tevî ku bi ser komkujiyê de 93 sal derbas bûbe jî, êşa Geliyê Zilanê di nava civaka Kurd de hêj jî tazeye û nayê ji bîrkirin.

Di Tirmeha 1930’an de, di dema Serhildana Agiriyê de bi hezaran Kurdên ku xwe spartibûn Geliyê Zîlanê, ji aliyê 9’emîn Parartêş (Kolordu) a di bin fermandariya Ferîk Salîh Omurtak de hatin kuştin.

Îro 93’emîn salvegera Qetliyama Geliyê Zîlanê ye - Iro 93emin salvegera Komkujiya Geliye Zilane ye

Rojnameya Cumhuriyetê di hejmara xwe ya 16’ê Tîrmeha 1930’an de ragihandiye ku di vê qetliyamê de 15 hezar Kurd hatine kuştin. Dîsa Nivîskarê Kurd Hesen Hişyar Serdî ku tevli serhildana Agiriyê jî bûbû diyar dike; ji 18 gundên aydê eşîrên Ademan, Sipkan, Zilan û Hesenan, 47 hezar kes hatine kuştin. Her wiha di heman derbarê de Lêkolînerê Ermenî Garo Sasuni jî dibêje, 5 hezar jin, zarok û kal hatine kuştin.

Îro 93’emîn salvegera Qetliyama Geliyê Zîlanê ye - Iro 93emin salvegera Komkujiya Geliye Zilane ye 1

‘200 gund hatin şewitandin’

Akademiya Zanyariyan a Yekitiya Sovyetan jî bûyer wiha ragihandiye: “Li herêma Zîlanê, di geliyekê de hezar û 550 kes hatine serjêkirin. Li Herêma Erdîşê jî 200 gund hatin şewitandin. Li Qada Panosê jî tenê gundek nemaye ku nehatibe şewitandin û wêrankirin. Leşkerên Tirk, dest danîn ser sewalên Kurdan.”

Li gor çavkaniyên Artêşa Tirk, parartêşên 7’emîn û 9’emîn, tevî 80 balafirên şer tevli êrîşê bûne.

Rojnameya Cumhuriyetê di hejmara xwe ya 16’ê Tîrmeha 1930’an de ji bo Qetliyama Zîlanê wiha gotiye: “Balafirên me, li ser girikên Çiyayê Agiriyê li hemberî şakiyan (eşqiya) bombardimaneke bihêz pêk tînin. Çiyayê Agiriyê her tim di nava agir û teqînan de hewar dike. Teyrên hêsin yên Tirkan hesaba serhildêran paqij dike. Geliyê Zilanê heta gewriyê (Agzina Kadar) bi cenazeyan tuje bûye.”

Îro 93’emîn salvegera Qetliyama Geliyê Zîlanê ye - Iro 93emin salvegera Komkujiya Geliye Zilane ye 2

Hêjayî gotinê ye piştî ku Geliyê Zîlanê hate valakirin, Tirkên ji Qewqasyayê anîne li vir hatin bicihkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îro 93’emîn salvegera Qetliyama Geliyê Zîlanê ye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *