Wezîra Karê Derva ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîra Karên Navxweyî ya Almanyayê Nancy Fraser, ku li herêma erdhejê hin lêkolîn kirin, daxuyandin ku wekî hikûmeta Almanyayê dê 50 milyon euro alîkarî bikin.
Wezîra Karê Derva ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîra Karên Navxweyî ya Almanyayê Nancy Fraser bi armanca piştevaniya hikûmet Almanyayê bo mexdûrên erdhejê bide nîşandan, hatin Tirkiyeyê.
Her dû wezîr piştî hatina xwe ya Tirkiyeyê derbasî navçeya Bazarcix a Mereşê bûn û li vir hin lêkolîn pêk anîn.
Wezîra Karê Derva Baerbock li vir daxuyaniyek da û got, ku ew vê malwêranîya mezin dibînin û piştgirî didin mexdurên erdhejê.
Baerbock da zanîn ku ji alîkarîya nû, 33 mîlyon euro ji Tirkîyê û 17 mîlyon euro jî ji bakurê Sûrîyê re were şandin.
Baerbock bal kişand ku Berlînê heta niha 108 mîlyon euro şandine herêmên erdhejê.
Serhat News
(lg)