Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî ya bi Kurdî, Tirkî û Erebî li ser avahiya xwe daliqandi.
Li gor nûçeya MA’yê, Rêveberiya Baroya Sêrtê tabelaya yek zimanî ya bi Tirkî guhert û tabelaya sê zimanî bi avahiya xwe ve daliqand. Tabela bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî hatiye nivîsîn.
Beriya niha baroyên bajarên Mêrdîn û Rihayê jî tabelayên pirzimanî bi avahiyên xwe ve daliqandibûn.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver