Têkildarî avahiyên ku li navçeya Avşînê ya Mereşê ji ber erdhejê hilweşiyan, 7 muteahîd hatin girtin.
Piştî erdhejên Meraş e, Serdozgeriya Komarê ya Afşînê ji bo hin avahiyên di erdhejê da hilweşiyan lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de di kavilên hin avahiyan de lêkolînên teknikî hatin kirin.
Piştî lêkolînê der barê 12 kesan da bi hinceta ‘qisûra wan heye’ biryara desteserkirinê hat dayîn.
Li gor agahiyan ji gumanbarên hatibûn desteserkirin 5 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 7 mitehîd jî hatin girtin. (AA)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver