1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji ber erdhejê hin mizgfet û sûrên Amedê zirar dîtine

Ji ber erdhejê hin mizgfet û sûrên Amedê zirar dîtine

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama erdhejê de 30 beşên sûrên Amedê 3 mizgeften dîrokî zirar dîtine.

Erdhejên Mereşê li Amedê zirar daye cîh û berhemên dîrokî jî. Li bajêr, 30 beşên cuda yên sûrên Amedê û 3 mizgeftên dîrokî jî xesar dîtine.

Ji ber erdhejê hin mizgfet û sûrên Amedê zirar dîtine - Ji ber erdheje hin mizgfet u suren Amede zirar ditine 3

Komeleya Parastina Hebûnên Tebîatê û Çandê ya Amedê bo diyarkirina rewşa dawî ya berhemên dîrokî di 9, 10, 11’ê sibatê de lêkolînê kir û piştî lêkolînê ji raya giştî re raporek eşkere kir. Li gorî raporê hat tespîtkirin; li 30 beşên cuda yên sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ne rûxandin çêbûye. 

‘Li 30 cihan rûxandin çêbûye’

 Di rapora çavdêriyê de terk li sûran ketiye û li 30 nokteyan rûxndin çêbûye û hat ragihandin ku xeereya kevir ji sûran bikevin jî heye.

Herwiha di raporê de cih dane Birca Keçikê jî û hatiye tespîkirin ku li eniya Bircê ku li rojava dinêre kevir ketine xwarê û herifandin çêbûye û di hin beşên wê de xesar çêbûye.

Ji ber erdhejê hin mizgfet û sûrên Amedê zirar dîtine - Ji ber erdheje hin mizgfet u suren Amede zirar ditine 1

‘Pêwîstî bi restorasyonê heye’

Hat diyarkirin ku ji Keleha Hundir (Îç Kale) kevir ketine xwarê û rûxandin çêbûye.  

Di raporê de îşaretî hewcedariya restorasyona van cihên ku xesar dîtine û hilweşiyane hat kirin.

Mînareya çar ling jî zirar dîtiye

Ji ber erdhejê hin mizgfet û sûrên Amedê zirar dîtine - Ji ber erdheje hin mizgfet u suren Amede zirar ditine 2

Di raporê de hat diyarkirin ku li Minareya Çar Ling jî xesar çêbûne û terk lê ketine. Di raporê de hat gotin mizgeftên dîrokî yên bi navê Safa (Parli) û Behram Paşa jî xesar dîtine û terk li dîwarên wan ketine. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber erdhejê hin mizgfet û sûrên Amedê zirar dîtine
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *