Ji bo 111 rojnamegeran hezar û 817 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala



Li gorî rapora “Projeya Berdêla Nûçeyê” di meha Çiriya Paşiyê de 111 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine dadgehkirin û heta hezar û 896 salan cezayê girtîgehê ji wan re hatiye xwestin. Li 5 rojnamegeran 6 sal û 4 meh û 12 cezayê girtîgehê û 16 hezar lire cezayê pere hatiye birîn.

Li gorî rapora “Projeya Berdêla Nûçeyê” ya Cemiyeta Rojnamegeran di meha Çiriya Paşiyê de 111 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine dadgehkirin.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku meha Çiriya Paşiyê jî ji bo rojnamegeran bi zext û astengiyan derbasbûye û di mehekê de li 10 bajarên cûda di 40 danişînên cuda de rojnamegerî hatine dadgehkirin.

111 rojnameger hatine dadkirin
Li gorî raporê di mehekê de herî kêm 111 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatine dadgehkirin. Di dozên ku didomin de 111 rojnameger bi daxwaza 812 sal û 9 mehan heta hezar û 817 sal û 11 mehan cezayê girtîgehê hatine dadkirin û heta 35 hezar roja cezayê pere yê edlî hatiye xwestin. Derbarê 4 rojnamegeran de jî 40 hezar lîre cezayê pere û 2 milyon û 100 hezar lîre jî tazmînata manewî hatiye xwestin.

Li 5 rojnamegeran 6 sal cezayê girtîgehê birîne
Di dozên ku biryar hatine dayîn de li 5 rojnamegeran 6 sal 4 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar lîre jî cezayê pere hatiye birîn. Derbarê 8 rojnamevanan de jî biryara beraetê hatiye dayîn.

Li gorî daneyên raporê piraniya rojnamegeran di çarçoveya Kanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê de tên dadgehkirin. 55 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ye”,16 rojnameger bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirinê”, 7 rojnamegeran jî bi tohmeta ku “Heqareta li Serokkomarî kiriye” hatine dadkirin.

Di meha Çiriya Paşiyê de derbarê 4 rojnamevanan de bi daxwaza 11 sal û 8 mehan heta 25 sal û 8 mehan cezayê girtîgehê doz hatiye vekirin. Di heman serdemê de derbarê rojnamevanekî de gilî hatiye kirin. 3 jê dema şopandina nûçeyê de 4 rojnamevan hatine desteserkirin. (AY)

Rêder: Ajansa Mezopotamya

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji bo 111 rojnamegeran hezar û 817 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *