1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji bo Jîna Amînî li zanîngehên Îranê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo Jîna Amînî li zanîngehên Îranê çalakî hatin lidarxistin

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bi armanca şermezarkirina kuştina Jîna Amînî û qetliyamên din li gelek zanîngehên Îranê çalakî hatin lidarxistin. Hêzên rejîmê li li Tehranê gule li xwendekaran barandin û li Belucistanê jî komkujî pêk anîn.

Li Îranê, piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Amînî çalakiyên hatine destpêkirin, di roja 17’mîn de li seranserî welat berdewam dikin. Roja înê li navenda Belucistanê Zahedanê di encama êrişa çekdarî ya hêzên rejîma Îranê de bi dehan welatî hatin qetilkirin û li Tehranê gule li çalakvanan hatin barandin. Li ser vê yekê, bi dehan zanîngehan biryara grevê dan. Di dema çalakî û grevande, di navbera polîs û xwendekaran de pevçûn derketin. Hat zanîn ku Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha Teknîkê ya Şerîf niha di bin dorpêça polîsan de ye.

Her wiha zanîngehên Şîraz, Meşhed, Yazd, Fares, Zangan, Bahonar û Tehrana Bakur jî di nav de, li dehan zanîngehan tundiya dewletê û komkujî tên protestokirin. Di demên berê de jî li zanîngehên Îranê gelek çalakî hatibûn lidarxistin lê belê xwendekar vêcarê li dijî rêberê olî Alî Hamaney û Mihafizên Şoreşê dirûşman berz dikin û dixwazin rejîm bê guhertin.

 Di van çalakiyan de, têkildarî kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin lê belê tê gotin ku bi sedan xwendekar hatine girtin.

Li zanîngehên ku çalakî grev dest pê kirin, ders hatin sekinandin. Li zanîngehan daxwaza guherandina rejîmê tê kirin û herî zêde jî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Xwendekar li şûna biçûkxistinê mirinê hildibijêrin” tên berzkirin.

Komeleya Mafên Mirovan a Navenda Norveç, bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama pevçûnên li Zahedan a Belucistanê de zêdetirî 40 kes hatin qetilkirin û li seranseriya Îranê jî 133 kes hatine kuştin.

Serhat News

Jêder: MA

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji bo Jîna Amînî li zanîngehên Îranê çalakî hatin lidarxistin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *