1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji Hevşaredarên Colemêrgê re 26 sal ceza hate birîn

Ji Hevşaredarên Colemêrgê re 26 sal ceza hate birîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji Hevşaredarên berê yên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî re bi hinceta “Sûçen terorîzmê” 26 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Hevşaredarên berê yên Colemêrgê Dîlek Hatîboglu û Nurullah Çîftçî ku di sala 2014’an de ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatibûn hilbijartin, ev nêzî 8 sal in girtî ne. Hatîboglu û Çîftî di hilbijartinên heremî de ji sedî 67 deng wergirtibûn.

AYM’ê derbarê wan de biryara ‘Ji nûve darizandê’ dabû

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) beriya niha derbarê hevşaredaran de biryara “Binpêkirina mafê darizandina adîlan e” dabû. Li ser vê biryarê darizandina hevşaredaran jinûve roja Yêkşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya Colemêrgê hate dîtin.

Hatîpoglu ji girtîgeha Enqerê û Çîftçî jî ji girtîgeha Amedê bi wesayîtên anîn Colemêrgê û tevli danişînê bûn.

‘Daxwazên hevşaredaran hatin red kirin’

Hatîpoglu û Çîftçî di parastina xwe de gotin ku naveroka dosya wan piranî meteryalên dîjîtal in û jiber mercên girtîgehê wan nekarîye tawanên derheqê xwe de bibînin û li gor wê parastina xwe bikin.

Hevşaredaran herwiha dîyar kir ku ew ji rêka dûr hatine û derfetê behnvedanê dest nexistine, loma ew daxwaza paşvedana darizandinê dikin. Lê, dadgehê ev daxwaza wan red kir û ceza da her du sîyasetmevanên Kurd.

Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê di encama darizandinê de derbarê her du şaredaran de bi hincetên “Endamtîya rêxistina terorîst a çekdarî” 11 sal û 3 meh, “Li ser navê rêxistinê pêkanîna sûcan” 10 sal û “Azirandina (teşwîkkirin) pêkanîna sûcan” jî 5 sal, bi giştî 26 sal û 3 meh biryara cezayê girtîgehê da.

Parêzer Ozer: Dadgehê cardin mafê parastinê binpê kiriye

Endamê şaxê Komela Hiquqzanên Azadîxwaz (OHD) parêzer Azad Ozer da zanîn ku di dosya hevbajarvanan de wek tawanbarî; beşdarbûna wan ya daxuyanî û xwepêşandanên demokratîk cîh digirin.

Di berdewamiyê de Ozer wiha axivî: “Hemî çalakîyên Hatîpoglu û Çîftçî di çarçoveya mafê azadîya ramanê de pêk hatine û ew maf jî Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê dide her rûniştvanekî Tirkîyê.”

Ozer diyar kir ku dadgehê dîsa mafê parastinê yê sîyasetvanên Kurd binpê kiriye û wiha domand: “Hevbajarvan ji rêya dûr hatibûn û derfetê wan çênebûbû ku li naveroka dosya xwe binêrin. Bi vê yêkê carek din mafê wan yê darizandina adilane hatiye binpê kirin.”

Li gor qanûnên Tirkîyê eger darizanandina girtîyekê di nava 7 salan de dawî nebe û cezayê wî li dadgeha bilind ya Tirkîyê neyê erê kirin, divê ew were berdan û darizandina wî derve berdevam bike.

Ozer dibêje ku Hatîpoglu û Çîftçî ev 7 sal û 6 meh e li zîndanê ne û tevî vê qanûnê ew nehatin berdan.

Parêzerên Hatîpoglu û Çîftçî dê jibo betalkirina vî cezayî îtîraz û daxwaza berdana wan ji Dadgeha Bilind ya Tirkîyê bikin. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Hevşaredarên Colemêrgê re 26 sal ceza hate birîn
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *