Koma Hinek Henek bi skecên nû derket pêşberî heskiriyên xwe.
Koma şonoyê Hinek Henek, li dika servekirî ya Zarok MA’yê ku li semta Dîclekenta Peyasê ya Amedê ye, lîstikên xwe pêşkeşî şanohezan kir.
Du rojan wê lîstik bên pêşkeşkirin
Hinek Henekê ku bi skêcên “Timarxane”, “Xalê Şêro”, “Olîmpos”, “Ne Komîk”, “Perê û Hîvê” û “Îşê Te Pê Çi Ye” derket pêşberî şanohezan, wê du rojên din jî li vir lîstikan pêşkeş bike.
Welatiyan eleqeyek baş nîşanê skecên Hinek Henekê dan û salona şanoyê tije kirin.
Bernameya sibê
Bernameya sibê ya komê wê di saet 20.30’an de destpêbike û listikên “Navê Zarokan”, “Olîmpos”, “Perê û Hîvê”, “Xalê Şêro”, “Ne Komik” û “Îşê Te Pê Çi Ye” dê bên pêşkeşkirin.
Serhat News
(lg)