1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê bo operasyonên li dijî Bakûrê Suriyeyê daxuyanî

Ji Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê bo operasyonên li dijî Bakûrê Suriyeyê daxuyanî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Gregory W. Meeks (Demokrat) û endamê Rêvebir Michael McCaul (Komarî) derbarê rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek bo raya giştî weşand.

Di daxuyaniya nûneran de hate gotin, “Piştî teqîna ku di destpêka vê mehê de li Stenbolê bû sedema mirin û birîndarbûna sivîlan, endîşeya ewlekariya netewî ya Tirkiyê ya rewa heye.”

Meclîsê di berdewamiyê de nerehetiya xwe ya li hember operasyonên Tirkiyeyê bilêv kir û wiha lê zêde kir: “Lê zêdebarî wê jî, em ji êrîşên dawî yên Tirkiyê yên li ser Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê gelek nerihetîn. Ev dibe gef li ser hewildanên bizehemt yên jinav birina DAIŞê, ev di wî çaxî de ye ku DAIŞ êrîşên xwe yên terorîst didomîne di heman demê de ku hewl dide xwe biçek bike û ji nû ve xwe rêk bixe.”

Di dawiya daxuyaniyê de nûnerên herdû partiyên Demokrat û Komarî yên Amerîkayê bang li Serokkomar Erdogan kirin û wiha gotin, “Em daxwazê ji Serokomar Erdogan dikin ku dev ji her tevgerekê berde ku şiyana Koalîsyona navnetewî ya misoger kirina têkbirina DAIŞ’ê ji holê rake û bibe asteng li hember têkbirina yekcarî ya vê grûpa terorîst û bibe sedema gefê li ser jiyana sivîlan li Sûriyê”.(Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê bo operasyonên li dijî Bakûrê Suriyeyê daxuyanî
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri