Ji partiyên siyasî yên li Wanê bangawazî: Teqez herin ser sindoqê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyeye hilbijêr dê bo tura duyemîn ya hilbijartinên serokkomariyê di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Partiyên siyasî yên li Wanê bang li hilbijêran kirin ku ew biçin ser sindoqan û dengên xwe bikarbînin.

Di 14’Gulanê de ti namzetên serokkomariyê ji sedî 50+1 rêje deng wernegirtin û hilbijartin bo tûra duyemîn ma. Du tûra duyemîn de Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan û Namzetê Tifaka Millet Kemal Kiliçdaroglu dê bikevin pêşbirkê.

Xebatên partiyên siyasî jî bo tûra duyemîn berdewam dikin. Serokatiyên bajêr yên partiyên Çepên Kesk, CHP, Partiya Saadet û Partiya Gelecek bang li hilbijêrên Wanê kirin ku biçin ser sindoqan.

‘Em li gel ciwanan mal bi mal digerin’

Seroka Baskê Jinan ya CHP’ê ya Wanê Beyhan Aslan daxwaz kir ku hilbijêr roja Yekşemê biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu. Aslan destnîşan kir ku xebatên wan yên bo hilbijartinê berdam dikin û ew tevî parlamenterên partiyê li bajêr xebatan dimeşînin. Aslan bi domdarî wiha got: “Bi taybet em girîngiyê didin jin û ciwanan. Em li gel ciwanan mal bi digerin û daxwazên wan guhdar dikin. Bo pêşerokeke azad û demokratîk em ji hilbijêran rica dikin ew biçin ser sindoqê”

Ji partiyên siyasî yên li Wanê bangawazî: Teqez herin ser sindoqê - van siyasi partiler 3 1024x682 1

‘Em dê piştgirî bidin Kiliçdaroglu’

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk yê Wanê Veysî Dîlekçî jî da zanîn ku ew wekî partî dê cardin piştgirî bidin Kemal Kiliçdaroglu û wiha axivî: “Li hemberî pêkanînên antîdemokratîk û rejîma yekesî em dê piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu. Di vê çarçoveyê de em xebatên xwe dimeşînin. Em li hemû navçe û taxan xebatên xwe dimeşînin û hêviya me bo hilbijartinê pir zêdeye.”

Dîlekçî, dide zanîn ku li gor bajarên din yên Tirkiyeyê, li Wanê rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm derketiye û vê yêkê jî girêdide bêkariyê. Di vê derbarê de Dîlekçî wiha got, “Gelek kes ji ber aboriyê çûne bajarên metropolê an jî çûne derveyî welat. Ji ber vê jî li Wanê rêjeya tevlibûna hilbijartinê daketiye. Hejmarek zêde hilbijêrên bêbiryar jî hene. Em bo îknakirina wan jî xebatê dimeşînin.”

Ji partiyên siyasî yên li Wanê bangawazî: Teqez herin ser sindoqê - van siyasi partiler 4 1024x576 1

Dîlekçî herî dawî bang li hilbijêran kir di hilbijartinê biçin ser sindoqê û wiha berdewam kir: “Bo ku em bikaribin mafên xwe bidest bixin, teqez divê ev îktîdara biguher e. Bo vê jî divê em teqez biçin ser sindoqê.”

‘Encaman em ê eşkere bikin’

Serokê Rêxistina Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan jî derbirî ku hejmarek zêde hilbijêr di hilbijartina beriya vê de neçûne ser sindoqê û wiha dibêje: “Ji bo hilbijêr di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan em xebatên xwe berdewam dikin. Wekî Tifaqa Millet em ji bo eşkerekirina encamên hilbijartinê yên xwe di nava xebatekî de ne. Kesên ku roja hilbijartinê nikarin biçin ser sindoqê ger serî li me bidin, em dikarin wana bibin ser sindoqê.

Ji partiyên siyasî yên li Wanê bangawazî: Teqez herin ser sindoqê - van siyasi partiler 2 1024x682 1

Di berdewamiyê de Îlhan wiha axivî: “Ez dixwazim herî dawî vê bibêjim; An em dê ber bi reweşeke xerabtir ve biçin û an jî dê pêvajoyek nû destpê bike. Çibe bila bibe lazime em roja Yekşemê biçin ser sindoqan”

‘Kiliçdaroglu dê bibe serokkomar’

Serokê Partiya Gelecek yê Wanê û Serokê Koordinasyona Hilbijartinê yê Tifaqa Millet Abdulhekîm Karabiyik got ku ger hilbijêr Erdogan tercih bikin wê gelek zehmetiyan bibînin û wiha axivî: “Hêviya min ew e ku hilbijêrên ku beriya niha piştgirî dane Erdogan vê carê piştgirî bidin me. Hilbijêr deng bidin kî bila bidîn wî, lê bila teqez biçin ser sindoqê. Divê hilbijêrên bêbiryar jî êdî biryara xwe bidin û ji bo pêşeroja xwe deng bidin. Ger ên ku di tura yekan de deng dane Muharrem Înce û Sînan Ogan vê carê dengê xwe bidin Kiliçdaroglu, di 28’ê Gulanê saet 21.00’an de Kiliçdaroglu dê bibe serokkomarê dewletê.  

Ji partiyên siyasî yên li Wanê bangawazî: Teqez herin ser sindoqê - van siyasi partiler 1 1024x682 1

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji partiyên siyasî yên li Wanê bangawazî: Teqez herin ser sindoqê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *