1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ji Selahattîn Demîraş re ceza hat birîn

Ji Selahattîn Demîraş re ceza hat birîn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji aliyê 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, bi hinceta ku “heqaret li peywirdarê cemaweriyê yên bi terorê re têkoşînê dikin kiriye” 2 sal û 6 meh ceza da Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş.

Selahattin Demirtaş ku niha li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, di meha Çileya 2020’ê de di dema darizandina dozekî xwe de ji bo Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yuksel Kocaman, gotibû “Dê heyam biguhere, xelk heye. Dema sindoq hat danîn, dê li ser çiyayên we yên ku hûn pê bawer dikin berf bibare, hûn ê hesabê van hemûyan li pêş darazê bidin.”

Ji ber van gotinan derbarê Demîrtaş de bi hinceta “Heqaret li peywirdarê cemaweriyê yên bi terorê re têkoşînê dikin kiriye” doz hatibû vekirin.

Demîrtaş, di çarçoveya vê dozê de derket pêşberî dadgehê û bi rêya SEGBÎS’ê parastina xwe kir. Wî di parastina xwe de got: “Dozger derbarê min de heta 8 salan daxwaza cezayê kiriye. Ez îdiayan red dikim û îdianemeyê de ti delîleke tawanê nîne. Bi hincetên siyasî li dijî min doz tên vekirin.”

Dadgehê piştî parastina Demirtaş û parêzeran biryar da û bi hinceta “Heqaret li peywirdarê cemaweriyê yên bi terorê re têkoşînê dikin kiriye” 2 sal û 6 meh ceza ji Demirtaş re birî.  de bê sepandin.

Demirtaş di çarçoveya Doza Kobaniyê de ji sala 2016an ve di Girtîgeha Edirneyê de girtî ye.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Selahattîn Demîraş re ceza hat birîn
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *